Li Efrînê kampên ji Erebên hawirde re têne çêkirin roj bi roj zêdetir dibin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê hejmara kamp û komelgehên niştecîbûnê gelekî zêde bûye û kesên ku di wan cihan de têne bicihkirin hemû Ereb û Tirkmen in.

Li herêma Efrînê kampên ku ji Ereb û Tirkmenên hawirde re têne çêkirin roj bi roj zêdetir dibin.

Li gorî zanyariyên ku Rûdawê ji çavkaniyên ji Efrînê wergirtine:

  • Li nahiyeya Mabatayê 10 kamp hene, 875 malbatên hawirde di wan de bi cih bûne.
  • Li nahiyeya Bilbilê 4 kamp hene û 450 malbat di wan de bicih bûne.
  • Li nahiyeya Şerayê 7 kamp û komelgeh hene.
  • Li 3 komelgehan ji Ereb û Tirkmenên hawirde re 1600 xanî hatine avakirin. 
  • Rêxistinên Filistînî, Kuweytî û Qeterî 8 komelgeh ava kirine.

“Efrîn bûye cihê hawirdeyan”

Akademisiyan û siyasetmedarê ji Efrînê Dr. Welîd Şêxoyê ku herêmê bi hûrgilî dişopîne ji Rûdawê re got:

“Bi rastî bajarê Efrînê û derdora wê bi temamî bûne kamp û komelgehên hawirdeyan. Roj bi roj hejmara wan zêdetir jî dibe. Herwiha guhertina demografîk jî berdewam e û heta niha kesî li ber vê yekê dengê xwe dernexistiye.”

Li gorî çavkaniyên ku ji herêmê ji Rûdawê re axivîne, ji bilî kamp û komelgehan, li tevahiya bajar, bajarok û gundên herêma Efrînê çekdarên di kontrola Tirkiyeyê de, Ereb û Tirkmenên hawirde li malên Kurdên ku hatine derkirin têne bicihkirin.

Li gorî heman çavkaniyan, li hin gundên herêmê, hejmara Ereb û Tirkmenên hawirde ji hejmara nişteciyên resen ên Kurd zêdetir bûye.