Neçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê bibiryar e ku azadiya raderbirînê biparêze

07-08-2023
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî Volker Turk Azadiya Raderbirînê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) re civiya.

Barzanî di civînê de anî zimên ku “Herêma Kurdistanê bi biryar e ku azadiya raderbirînê biparêze.”

Nêçîrvan Barzanî, Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê NYyê Volker Turk û şanda pê re li Hewlêrê qebûl kirin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku ev şand cara ewil e tê Herêma Kurdistanê û Îraqê.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, armanca şanda NYyê ev e ku balê bikişîne ser hinek xalên wekî “mafên mirovan, mafê azadiyê, kar û xebatên rêxistinên civaka sivîl, azadiya çapemeniyê û azadiya raderbirînê.”

Volker Turk, di civînê behsa armancên serdana şanda xwe kir û bal kişande ser rewşa mafên mirovan, mafê azadiyê û azadiya raderbirînê ya li Îraq û Herêma Kurdistanê.

"Herêma Kurdistanê bibiryar e"

Nêçîrvan Barzanî jî di civînê de bal kişande ser girîngiya vê serdanê got:

“Herêma Kurdistanê bibiryar e ku demokrasî, wekhevî û azadiya raderbirînê biparêze û van bi pêş ve bibe.”

Li aliyê din, Volker Turk û şanda pê re li ser banga Hikûmeta Federal a Îraqê hatibûn û dê serdana wan 4 rojan bidome.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst