Li Kocaeliyê teqîn: 10 birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Derînceyê ya parêzgeha Kocaliyê ya Tirkiyeyê, di sîloya Ofîsa Berhemên Çandiniyê (TMO) de teqîn çêbû.

Parêzgarê Kocaeliyê ragihand ku 10 kes birîndar in û birînên 2 kesan ji wan giran in.

Li cihê ku embarên TMOyê lê ne, saet 14.40î ji ber sedemeke nediyar teqîn çêbû.

Dengê teqînê ji piraniya bajêr hate bihîstin.

Parêzgarê Kocaeliyê Seddar Yavuz da zanîn ku di encama teqînê de 10 kes birîndar bûne û birînên 2 kesan giran in.

Şaredarê Derînceyê Zekî Aygun jî amaje pê kir ku hîn sedema teqînê diyar nebûye û got:

“Deng teqîne hate heta bi şaredariyê. Hêvidar im ku kes nemiribe.”