Li Çewlîgê otomobîlek wergeriya: Kesek mir û kesek jî birîndar bû

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Dara Henê ya bajarê Çewlîgê otomobîlek wergeriya, kesekî tê de mir û kesek jî birîndar bû.

Li gundê Yaxkikê yê navçeya Dara Henê otomobîla ku Nurullah Tutkal diajot û plaqeya wê 16 J 5605 e, wergeriya.

Di qezayê de Nurullah Tutkal û Elîf Guvena di otomobîlê de birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmen tenduristiyê, îtfaiye û cendirme çûn cihê qezayê.

Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlîgê.

Elîf Guvena birîndar tevî hemû hewldanan jî ji mirinê rizgar nebû.