Navenda Belgekirinê: 62 welatiyên Girê Spiyê hatine kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyeyê ragihand ku ji destpêka dagirkirina bajarê Girê Spiyê yê Rojavayê Kurdistanê ve heya niha 62 welatiyên wî bajarî hatine kuştin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan a Bakurê Sûriyeyê bi raporekê amarên binpêkirinên Tirkiye û çekdarên di bin kontrola wê de yên li bajarê Girê Spiyê ragihand.

Li gorî wê raporê, Tirkiye û çekdaran ji Çiriya Pêşîna 2019an ve 158 welatî li wî bajarî girtine.

Herwiha 62 kes hatine kuştin ku 3 ji wan jin in.

Hezar û 840 malbatên Ereb û Tirkmenên hawirde jî li Girê Spiyê û gundên wê hatine bicihkirin.

Ereb û Tirkmenên hawirde, li vî bajarî dest daniye ser 5 hezar û 160 malî û hezar û 170 dukanî.

Di heman demê de amûrên 11 kargehan jî hatine dizîn.