Tirkiyeyê gundekî Til Temirê topbaran kir

07-08-2023
RÛDAW
Nîşan Til Temir Gundê Tewîle Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Tirkiyeyê û çekdarên opozisyona Sûriyeyê gundekî bajarokê Til Temirê yê Rojavayê Kurdistanê topbaran kir.

Li gorî medyaya nêzîkî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) hêzên artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên di bin kontrola wê de îro gundê Tewîle yê bajarokê Til Temirê topbaran kir.

Derbarê ziyanên li wî gundî ti agahiyek nehatiye dayîn.

Ji aliyekê din ve, Wezareta Parastinê ya Hikûmeta Demkî ya Opozisyona Sûriyeyê di daxuyaniyekê de got:

“Hêzên me êrîşeke PKKyê ya li bakurê Hesekê li nêzîkî bajarokê Til Temirê têk bir. Di êrîşê de du leşkerên Artêşa Niştîmanî canê xwe ji dest da.”

Li gor daxuyaniya opozisyona Sûriyeyê di êrişê de şervanekî canê xwe ji dest daye û 2 şervan jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst