Kurdistan êdî berhemên xwe hinarde dike: Heftane 500 ton kartol dê ji Îmarata Erebiyê re bêne şandin

07-08-2023
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Kartol Îmarata Erebî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê 200 ton kartolên parêzgehên Hewlêr û Duhokê ji Îmarata Erebiyê re bişîne .

Berdevkê Desteya Veberhênanê got, Kuweyt, Urdun û Azerbaycanê jî ji Herêma Kurdistanê kartol xwestine.

Berdevkê Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Bergeşt Akreyî ji Rûdawê re ragihand, îro 200 ton kartolên parêzgeha Hewlêr û Duhokê hinardeyî Îmarata Erebiyê hatin kirin.

Bergeşt Akreyî diyar kir ku wan di nava vê hefteyê de 300 ton kartolên din jî ji Îmarata Erebiyê re şandine.

“Îmarata Erebî bixwe daxwaza kartolên Kurdistanê kiriye”

Bergeşt Akreyî destnîşan kir ku hinardekirina kartolên Herêma Kurdistanê li ser daxwaza Îmarata Erebiyê bûye.

Berhemhênerên Herêma Kurdistanê bi alîkariya berhemhênerên Îmaratê kartolan dişînin.

Bergeşt Akreyî herwiha anî ziman, “Ji niha û pê ve dê heftane 500 ton kartol bên hinardekirin ku niha nêzîkî 5 hezar ton kartol di embarên Herêma Kurdistanê de hene.”

Bergeşt Akreyî da zanîn ku Azerbaycan, Kuweyt û Urdunê jî ji Herêma Kurdistanê daxwaza kartolan kirine û daxwaz kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst