Asta ava Çemê Reş daketiye: 'Çavkanî kêm bûne'

Hewlêr (Rûdaw) – Asta avê ya Çemê Reş a parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê daketiye.

Îsal ji ber bilindbûna pileyên germahiyê û guherîna keşûhewayê asta ava Çemê Reş gelekî daketiye û çem kevz girtiye.

Pispor vê yekê wekî metirsiyeke mezin dibînin û dibêjin ev gefek e li ser jiyana candarên ku di nav avê de dijîn û nîşana kêmbûna çavkaniyên avê ye.

“Çavkaniyên avê gelekî kêm bûne”

Mamostayê Zanîngeha Alparslanê ya Mûşê Dr. Îskender Dolek li ser daketina asta ava Çemê Reş got:

“Di van rojên ku em germahiya herî zêde ya sed salên dawiyê dijîn de, çavkaniyên avê jî gelekî kêm bûne. Ev jî giringiya bikaranîna avê ya rast derdixe pêş. Bi zêdebûna pileya germahiyê re asta Çemê Reş gelekî daket.

Ji ber wê yekê jî gelek bakterî, kevz û candarên nû li ser rûyê çem çêbûne, em niha li ser wê yekê lêkolînekê dikin. Ev jî li ser jiyana hemû candaran dibe gefek.”

Bi daketina asta avê re li ser avê kevz çêdibe, bi bilindbûna asta avê re ev kevz namîne.

Kevz oksîjenê kêm dike û ev jî dibe sedema kêmbûna masiyan û gelek candarên din ên avî.

Di heman demê de ji ber kêmbûna oksîjenê kalîteya avê jî dadikeve.

Ev yek jî ji bo kesên ku dikevine avê metirsiya nexweşiyên çerm çêdike.

Cotkar jî ji daketina ava Çemê Reş dilgiran in

Cotkarekî bi navê Fuat Guneş jî li ser daketina asta avê anî ziman:

“Germahiya îsal bandoreke zêde li jiyana me kiriye. Em karê çandiniyê dikin. Me par zeviyên xwe hi hefteyê carekê av didan lê niha divê em hefteyê 2-3 caran av bidin. Karasû bûye ava kesk, asta avê gelekî daketiye.”

"Bilindbûna pileyên germahiyê", "daketina asta avê" û "hişkesalî" niha pirsgirêkên cîhanî ne.

Pispor dibêjin ji bo parastina avê û bikaranîneke zanistî erkê herî mezin dikeve ser milê mirovan.

Dema ku mirov avê bi kar tînin divê kêmbûna asta avê di bîra wan de be.