Lîderên Îslamî ji Ako Mihemed re sersaxî xwestin

Hewlêr (Rûdaw) – Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn, Serokê Komela Dadgerî Elî Bapîr û Rêberê Giştî yê Bizava Îslamî Irfan Elî Ebdulezîz ji ber koça dawî ya bavê wî sersaxî ji Ako Mihemed Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê re xwestin.

Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Selahedîn Behaedîn di peyamekê de bo Rêvebirê Giştî yê Rûdawê hevxemiya xwe nîşan dide û dibêje, “Ez sersaxiyê li we dikim û ji Xwedayê dilovan dixwazim ku wî efû bike û bi biheşta xwe şad bike û aramiyê bide we û malabta we ya birêz.”

Seahedîn Behaedîn herwiha dibêje, “hêvî dikim ev xema we ya dawî be.”

Serokê Komela Dadgerî Elî Bapîr jî di peywendiyeke telefonî de ji ber wefata Hacî Mihemed Elî yê bavê wî ji Rêvebirê Giştî yê Rûdawê Ako Mihemed re sersaxî xwest.

Di vê peywendiya telefonî de, Elî Bapîr hevxemiya xwe bo Ako Mihemed û malabta wî nîşan da û hêvî kir, ku “ev xema dawî ya malabtê be.”

Rêberê Giştî yê Bizava Îslamî Irfan Elî Ebdulezîz jî bi peyamekê ji Ako Mihemed re sersaxî xwest.

Irfan Ebdulezîz di peyama xwe de dibêje, “Ji bo koça dawî ya Hacî Mihemed Elî Gerdî bavê we yê birêz, hevxemiya xwe bo we û malbata we ya birêz radigihînin û sersaxiyê ji we re dixwazim.”

Bavê Ako Mihemed Rêvebirê Giştî yê Rûdawê, Hecî Mihemed Elî Gerdî duh Şembiyê 6ê Tebaxa 2022an li navçeya Soran a Hewlêrê di temenê 92 salî de koça dawî kir.

Roja yekem a taziya Hecî Mihemed Elî îro Yekşembê 7ê Tebaxa 2022an li mizgefta Ebûbekir Siddîq a navçeya Soranê hat danîn.