Serok Barzanî sersaxî ji Rêveberê Giştî yê Rûdawê re xwest

07-08-2022
RÛDAW
Nîşan Serok Barzanî Ako Mihemed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serok Mesûd Barzanî îro Yekşemê ji ber koça dawî ya bavê wî, sersaxî ji Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed û malbata wî re xwest.

Bavê Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed, kesayetê olî yê navdar ê Soran a Hewlêrê Hacî Mihemedê Elî Mihemed Gerdî duh Şemiyê 6ê Tebaxa 2022an di 92 saliya xwe de koça dawî kir.

Ako Mihemed li ser hesabê xwe yê Facebookê nivîsand, “Te gelek zehmetî ji ber nexweşiyê kişand. Înşallah ew dê bibin kefaret. Înşallah Xwedayê Mezin dê ji bo te deriyê bihuştê veke.”

Ako Mihemed her wiha got, “Bavê min ê hêja; bîranînên min ên ligel te û rênmayiyên te yên baş, dê her roj di bîra min de bin. Tu weke beden ji nav me çûyî lê bîranîn û rênmayî û axaftinên te dê her wext ligel me bin.”

Îro yekem roja şîna Hacî Mihemedê Elî Mihemed li Mizgefta Şafiî ya Soranê hat danîn.

Di heman demê de, rayedar û berpirsên Herêma Kurdistanê û Iraqê, wezaret û kesayetan sersaxî ji Ako Mihemed û malbata wî re xwestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst