Sancar li ser berbijêrê hevpar û pêvajoya çareseriyê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar îro Yekşemê li Amed a Bakurê Kurdistanê li ser berbijêrê hevpar ê bi 6 partiyên opozîsyona Tirkiyê re got, “Eger diyalogeke rasterast, guftûgoya vekirî û lihevkirin çêbibe, berbijêrê hevpar wê bibe bijardeya ku em ê piştgiriyê bidin.” Mithat Sancar destnîşan kir ku ji bo îhtimala girtina HDPê alternatîfên wan hene û li ser "pêvajoya çareseriyê ya nû ya bi AKPê re" jî got, “Di van mijaran de bi AKPê re tu peywendî û nîqaşeke me nîne.”

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar piştî serdana Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokrat a Kurdistanê-Tirkiye (PDK-T), Partiya Însan û Azadiyê (PIA), Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP), Partiya Azadî û Komeleya Şoreşgerên Demokratîk a Kurd (DDKD) li Amedê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Sancar diyar kir ku armanca sereke ya hevdîtinên bi partiyên Kurdistanî re ew e ku bi hev re nexşerêya tifaqê diyar bikin û diyar kir, armanca HDPê ya "Tifaqa Demokrasiyê" heye.

Sancar got, “Em Tifaqa Demokrasiyê weke rêya herî girîng a derketina Tirkiyê ji gelek qeyranan dibînin" û anî ziman ku wan bi komên olî, tevgera ekolojiyê, tevgera jinan û tevgera ciwanan re û her wiha bi çepgiran re têkilî danîne.

"Yek ji xalên girîng ên hevpeymaniyê, yekîtiya bi partiyên Kurdî re ye"

Hevserokê Giştî yê HDPê got, “Yek ji stûnên girîng ên Tifaqa Demokrasiyê yekîtiya ku me bi partiyên Kurdî re çêkiriye.”

Sancar anî ziman hevdîtinên ku wî îro kirine di atmosfereke erênî de derbas bûne û diyar kir ku ev biryareke hevpar a mezinbûnê ye û îradeyeke wiha derketiye holê.

Sancar da zanîn ku armanca wan ew e ku van xebatan di meha Îlonê de ji raya giştî re ragihînin û xebatên xwe yên bi 7 rêxistin û partiyên opozîsyonê re jî di 25ê Tebaxê de eşkere bikin.

Di beşeke din a axavtinên xwe de Mithat Sancar got, “Hevdîtin û xebatên ku me bi partî û rêxistinên Kurdî re kirine, bi taybetî dijberiya şer, çareseriya Pirsa Kurd li welat û herêmê û bi vê çareseriyê re avakirina tevgereke aştiyê mijarên girîng ên rojeva me ne.”

“Li vê erdnîgariyê gelê herî zêde zilmê dibînin Kurd in”

Sancar di berdewamiya axaftina xwe de got, “Li vê erdnîgariyê gelê herî zêde zilmê dibînin Kurd in. Girseya ku herî zêde di hedefa polîtîkayên talan û asîmîlasyonê de ye Kurd in. Em bi berdewamî teqezî li ser wê yekê dikin ku divê di pêwendiyên navbera Kurdan de diyalog bibe bingeh. Yekîtiya neteweyî di vî warî de armanceke girîng e. Hêviya me ya hevpar ew e ku her kes di rêya vê armancê de berpirsyariyên xwe bi cih bîne.”

"Me got em ji fikra berbijêrê hevpar ê bi 6 partiyên opozîsyona Tirkiyê re vekirî ne"

Mithat Sancar bersiva pirsên nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akıncı da.

Sancar di bersiva pirsa, “We behsa tifaqa bi 7 rêxistin û partiyên opozîsyonê û partiyên Kurdî re kir. Di vê mijarê de em dikarin bêjin ku muzakereyên we yên bi 6 partiyên opozîsyona Tirkiyê re ku CHP jî di nav de ye bi dawî bûye? de got, “Heger 6 partiyên opozîsyona Tirkiyê li ser prensîb, pêvajoya veguhêz û avakirina paşerojê bi me re rasterast diyalogê bike û guftûgoyên vekirî bi me re bike, di hilbijartina serokkomariyê de em ji fikra berbijêrê hevpar re vekirî ne û heger herbijêrê hevpar derkeve em ê piştgiriyê bidin lê wek min got, heger diyaloga rasterast, guftûgoyên vekirî û lihevkirin hebe, berbijêrê hevbeş dê bibe bijardeyeke ku em ê piştgiriyê bidin. Eger em negihêjin vê encamê, em ê weke Tifaqa Demokrasiyê bi berbijêrê xwe beşdarî hilbijartina serokomariyê bibin, xebatên xwe bimeşînin.”

"(Doza girtina HDPê) Me ji her îhtîmalekê re amadehî kiriye"

Sancar li ser pirsa “Doza ku ji bo girtina HDPê hatiye vekirin didome. Heger HDP beriya hilbijartinan bê girtin, hûn ê di bin sîwana partiyeke Kurdistanî de beşdarî hilbijartinan bibin? Li ser vê yekê nîqaşek an plan B heye?” anî ziman, “Bê guman em îhtîmala girtinê pir cidî digirin û em bi giranî li gorî vê amadehiyê dikin. Di şert û mercên normal de, divê li gorî qanûnên navdewletî biryara girtinê neyê dayîn lê şert û mercên Tirkiyê diyar in, polîtîkayên hikûmetê li ber çavan e. Ji ber vê yekê em amadekariyên xwe yên ji bo girtinê didomînin. Ez nikarim li ser vê hûrgiliyan bidim lê em li gorî pêşhateyên cûda li ser vebijarkan xebitî ne.”

"Ti hêviya me ya ku AKP dê Pêvajoya Çareseriyê bide destpêkirin nîne"

Hevserokê Giştî yê HDPê Sancar li ser pirsa nûçegihanê Rûdawê Abdulselam Akincî yên li ser "Pêvajoya Çareseriya Nû" got, “Mijara Pêvajoya Çareseriyê zêde wek amûrekê û ji bo hilbijartinan tê bikaranîn. Lê em bi berdewamî teqez dikin ku çareseriya Pirsa Kurd û aştî pirseke pir jiyanî ye, divê di hilbijartinan de weke amûrekê neyê bikaranîn. Heger çareseriya demokratîk a Pirsa Kurd tê xwestin, me beriya niha li ser vê pêşniyara xwe gotibû, me gelek caran rave kiribû. Di vê mijarê de tiştekî nû nîne ku mirov bibêje. Ne hêviya me heye ku AKP bikaribe bi şêwaza berê pêvajoyeke nû ya çareseriyê bide destpêkirin, ne jî ew nefsbiçûkiya me heye ku em qîmetê bidin manîpulasyonên bi vî rengî.”