Serok û rêvebirên YNKê ji Rêvebirê Giştî yê Rûdawê re sersaxî xwestin

07-08-2022
RÛDAW
Nîşan Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed YNK Bafil Talebanî Qubad Talebanî Kosret Resûl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û serkirdeyê YNKê Qubad Talebanî û Serokê Encûmena Bilind a Siyasî ya YNKê Kosret Resûl Elî, di peyamên cuda de ji ber koça dawî ya bavê wî sersaxî ji Rêvebirê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed re xwestin.

Bafil Talebanî di peyama xwe de dibêje, “Ji bo koça dawî ya Hacî Mihemed Elî, bavê we yê birêz sersaxî û hevxemiya xwe arasteyî we û malbata we ya birêz dikim.”

Bafil Talebanî herwiha diyar kiriye, “Ez ji Xwedayê mezin hêvî dikim ku ruhê wî bi biheşta xwe şad bike û sebrê bide we hemûyan.”

Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Endamê Polîtboruya YNKê Qubad Talebanî jî di peyamekê de xemgînbûn û hevxemiya xwe ji ber koça dawî ya bavê Rêvebirê Giştî yê Rûdawê nîşan daye.

Qubad Talebanî di peyama xwe de dibêje, “Hacî Mihemed kesekî aştîxwaz ê civakî û dilsozê gel û niştimana xwe bû, ji ber koça dawî ya wî ez sersaxiyê li we û malbata we ya birêz dikim û hêvî dikim ku xema we ya dawî be.”

Kosret Resûl Elî jî di peyama xwe de ji ber koça dawî ya bavê wî, sersaxiyê ji Rêvebirê Giştî yê Rûdawê Ako Mihemed û malbata wî re dixwaze.

Kosret Resûl herwiha dibêje, “Hacî Mihemedê bavê we kesayetekî civakî û xuya yê navçeyê bû, roleke giring hebûye di pêgehandina nifşên wek te û şanazî ye ji bo me hemûyan. Ji bo wê xemê û jidestdana bavê we yê birêz, hevxemiya xwe radigihînim û sersaxiyê ji we re dixwazim. Hêvîdarim ev dawî xema we be.”

Bavê Ako Mihemed Rêvebirê Giştî yê Rûdawê, Hecî Mihemed Elî Gerdî duh Şembiyê 6ê Tebaxa 2022an li navçeya Soran a Hewlêrê di temenê 92 salî de koça dawî kir.

Roja yekem a taziya Hecî Mihemed Elî îro Yekşembê 7ê Tebaxa 2022an li mizgefta Ebûbekir Siddîq a navçeya Soranê hat danîn.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst