HDK: Berpirsekî me li Hewlêrê hat kuştin

07-08-2021
RÛDAW
Nîşan HDP Hizba Demokrata Kurdistanê Hewlêr Mûsa Babaxanî Komara Îslamî Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) ragihand ku berpirsekî wan li Hewlêrê hatiye kuştin.

Hizba Demokrata Kurdistanê ragihand ku Endamê Komîteya Navendî Mûsa Babaxanî li Hewlêrê hatiye “terorkirin.”

Li gor zanyariyên hatine belavkirin, Mûsa Babaxanî şeva derbasbûyî ji aliyê du kesên “ser bi Komara Îslamî ya Îranê ve hat revandin” û sibeha îro termê wî li hoteleke li Hewlêrê hat dîtin.

Di daxuyaniya HDKê de hatiye, cenazeyê Babaxanî li odeyeke otela (Gulî Silêmanî) hat dîtin û “cihên îşkencê li ser laşê Mûsa Babaxanî diyar bûn.”

Li gor daxuyaniyê, Mûsa Babaxanî, Endamê Komîteya Navendî ya HDKê bû û sala 1981an ji dayîk bûye û ji 1999an ve peywendî bi HDKê kiriye.

Mûsa Babaxanî di kongreya 17 a HDKê de wek endamê Komîteya Navendî hatibû hilbijartin.

Di daxuyaniyê de hatiye ku Babaxanî ji aliyê du kesên “ser bi Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû revandin.”

Heta niha ji aliyê Îranê ve li ser vê mijarê ti daxuyanî nehatine belavkirin.

Endamê Komîteya Navendî ya HDKê Mûsa Babaxanî berî niha li ser aloziyeke li herêma Dalaho beşdarî bultena nûçeyan a Rûdaw TVyê bûbû û amaje bi wê kiribû ku rejîma Îranê aloziyê di nav xelkê de çê dike û bang li aliyên siyasî yên Kurdî kiribû ku rê bi vê yekê nedin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst