Xelkê gundên sînorî: Hêzên Tirkiyê teqe li me dikin

Berwarî Bala (Rûdaw) - Tirkiyê heyama zêdetirî 3 mehan e metirsî li ser xelkê devera Berwarî Bala çê kiriye. Xelk vê hefteyê du caran rastî teqe û gefa serbazên Tirkiyê hatin.

Tirkiye bi dirêjahiya 35 kîlometre û kûrahiya 20 kîlometran hatiye nav axa Başûrê Kurdistanê û di heyama 3 mehan de 11 xalên serbazî li herêma nahiya Kanî Masê danîne.

Leşkerên Tirkiyê carekê li gundê Hirûr teqe Edîb Mûsa kirin ku li herêma nêzikî gund ji bo pezê xwe mijûlî birîna çilû bû.

Edîb Mûsa, Şêniyê Gundê Hirûrê, dibêje, “Em mijûlî birîna çilû bûn, me hinek birî û anî xwarê, teqe li me kirin, me got yê bi hewa ve diaêvêjin, me nedizanî ku yên li nêzikî me dikevin, heta kurê min got, `teqe li cem seyarê dikevin, da ji vir biçin`. Hema zû me çilûyê xwe xist seyarê û em reviyan. Nêzîk e û nabe 300 metre navbera gund û wê devera em çûbûnê.”

Cara duyem jî li gundê Kêste bûye, dema ku du rûniştvanên gund bo çakkirina boriya avê çûbûn gundê kevin. Şoreş û hevalê wî rastî serbazên Tirkiyî hatin û serbazan rê bi wan neda ku boriya ava gund çak bikin.

Şoreş Seîd, Şêniyê Gundê Kêste, dibêje, “Em çûn wê deverê, serbaz hatin pêşiya me û gotin, `me av biriye û em nadin we` û gefên kuştinê li me xwarin û nêzikî demjimêrekê em li gel axivîn û nehêştin 10 metre em xwe nêzikî wan bikin.”

Ji bo zanîna sedema teqekirinê, kargêriya navçeyê li ser vê mijarê mijûlî pêdeçûnê ye.

Serbest Sebrî, Rêveberê Nahiya Kanî Masê, dibêje, “Car caran ji aliyê qereqolên Tirkiyê ve teqe tê kirin, pêdeçûna me berdewam e ku bigihijin rastiyê ka çima teqe dikin.”

Jibilî xalên serbazî yên artêşa Tirkiyê, pasewanên sînor ên ser bi hikûmeta Iraqê ve 5 xalên serbazî li navçeyê danîne ku xala herî dawî 4ê vê mehê hatibû danîn.