Îbrahîm Şêxo: Dixwazin Efrînê bikin Îskenderuna duyem

07-08-2021
RÛDAW
Îbrahîm Şêxo: Dixwazin Efrînê bikin Îskenderuna duyem
Îbrahîm Şêxo: Dixwazin Efrînê bikin Îskenderuna duyem
Nîşan Îbrahîm Şêxo Efrîn Tirkiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê  Rêxistina Mafên Mirov ya Efrînê Îbrahîm Şêxo li Kampa Şehbayê îro derbarê vegera xelkê Efrînê de beşdarî weşana zindî ya Tora Medyayî ya Rûdawê bû û got “Armanca belavkirina propagandeyên bo vegera xelkê Efrînê ew e ku dixwazin Efrînê bikin Îskenderuna duyem.” 

Îbrahîm Şêxo ragihand ku ev nêzîkî 4 salan de derdora zêdeyî 100 hezar kes ji xelkê Efrînê li kampên Şehba û derdora wê hatine bicîhkirin û di rewşek xirab de ne. Herwiha tekez kir ku ew wek Rêxistina Mafên Mirov ligel wê yekê ne ku hemû koçberên Efrînê ku di kampan de dimînin vegerin Efrînê.

Îbrahîm Şêxo got, "ji destpêka dagîrkrina Efrînê ve û heya niha wan çendîn car xwestine di jêr garantiyên navdewletî de xelkê Efrînê vegerin cih û warên xwe ku bi awayekî mal û milkên wan parastî be û zordarî li wan neyê kirin û neyên girtin."

Îbrahîm Şêxo amaje bi wê yekê jî da ku niha li Efrînê derdora nêzîkê 50 grûpên çekdar ên ser bi îstixbarat û artêşa Tirkiyê li navçeyê hene û gelek binpêkirinan dijî xelkê Efrînê dikin, lewra ti garantiyek nîne ku xelk vegerin Efrînê.

Berdevkê Rêxistina Mafên Mirov da zanîn ku hinek grûp ji xelkê Efrînê re dibêjin vegerin lê di encam de pereyan ji wan distînin û got "Du malbatan xwestine vegerin Efrînê yek ji wan Mihemed Hecî Hisên ê 40 salî ku ji gundê Xilalokê yê navçeya Bilbilê ye û kesê din jî ku dixwest ligel malbata xwe vegere Efrînê ev 20 roj in hatine desteserkirin û çarenivîsa wan nediyar e.”

Îbrahîm Şêxo eşkere kir ku ji hinek penaberên dixwazin ji Şehbayê vegerin Efrînê pere tên standin û got “Wek mînak ji kesekî bi navê Mihemed Şêxo ku pizîşk e, di dema vegera Efrînê de derdora 8 hezar dolaran jê hatine wergirtin û ji aliyê Îstixbarata Tirkiyê ve hatiye girtin.”

Îbrahîm Şêxo eşkere kir ku hinek grûp hene li ser torên civakî hewl didin bi propagandeyan xelkê vegerînîn lê dema xelk vedigerin li wan xwedî dernakevin û beşek ji wan tên êşkencekirin.

Îbrahîm Şêxo amaje bi wê yekê da ku armanca belavkirina propagandayên vegerê ew e dixwazin xelkê Efrînê di dagîrkeriya Tirkiyê de bên bi cîh kirin û got:“Bi vê yekê jî tê xwestin Tirkiye wek hêzêke dagîrker li Efrînê bimîne.”

Îbrahîm Şêxo da zanîn ku piştî xelkê Efrînê koçber bûne, ji aliyê Tirkiye û  hinek hêzên din ve beşeke zêde ya kamp û avahiyan li navçeyê hatine avakirin û derdora 400 hezar xelkê Sûrî li wan deran hatine bicîhkirin û got “Ew dixwazin xelkê Efîrînê vegerînin van cihan û bi vê dagîrkeriyê Efrînê bikin Îskenderuna duyem."

Îbrahîm Şêxo diyar kir ku Suleyman Soylu çawa li bajarên Enqere û Stenbolê yên Tirkiyê digere bi heman awayî tê di nav Efrînê jî û got “Ma ew nizane Efrîn beşek ji axa Sûriyê ye ku heta niha dewlet e û nûnerên wê di nav civaka navdewletî de hene.” 

Çavkaniyeke xwecihî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re gotibû, li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, 35 malbatên ku dixwestin ji navçeya Şehbayê vegerin gundên xwe hatine girtin. Li gor heman çavkaniyê, hêzên hikûmeta Tirkiyê ew malbatên Kurd di dibistana gundê Kîmarê de hepis kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst