Sîrwan Barzanî: Vekişîna Hêzên Hevpeyman dibe sedema karesatekê

07-08-2021
RÛDAW
Serpereştyarê Mîhwera Giwêr-Mexmûr a Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî
Serpereştyarê Mîhwera Giwêr-Mexmûr a Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî
Nîşan Sîrwan Barzanî Hêzên Hevpeyman Artêşa Iraqê Mexmûr Giwêr Hêzên Pêşmerge Kurd DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serpereştyarê Mîhwera Giwêr-Mexmûr dibêje, vekişîna Hêzên Hevpeyman ji Iraqê dê bibe sedema karesatekê û DAIŞ dê gelek bihêztir bibe û li ser mijara avakirina lîwaya hevbeş a Pêşmerge û artêşa Iraqê jî eşkere dike, li ser vê pirsê “di 2-3 hefteyên bê de biryara dawî dê bê dayîn.”

Serpereştyarê Mîhwera Giwêr-Mexmûr a Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî îro beşdarî bultena nûçeyan a demjimêr 17.00 a Rûdaw TVyê bû û behsa êriş û gefên DAIŞê û metirsiya vekişîna Hêzên Hevpeyman kir.

Sîrwan Barzanî li ser bûyera duh a li Mexmûrê ku çekdarên DAIŞê, Kurd jî di nav de hejmarek kes revandin, diyar kir, çekdarên DAIŞê cilûbergên artêşa Iraqê li xwe kiribûn û kemînek danîbûn  û got, “li nêzikî gundê Kendal, li ser rêya Dîbege-Mexmûrê bazgehek danîbûn. Di encama (êrişê) de 3 kes birîndar bûn, 12 kes revandin ku 7 ji wan hatin rizgarkirin.”

Li ser zêdebûna liv û tevgera DAIŞê li wê herêmê, Sîrwan Barzanî dibêje, DAIŞ dixwaze biselmîne ku li wê herêmê maye û berdewam e û hêza xwe nîşanî xelkê bide, lê bi gotina wî, ti behayeke serbazî ya teqandina stûnên elektrîkê nîne û ew (DAIŞ) “êrişî xelkê sivîl dike.”

Li Mexmûrê di heyama sê hefteyên derbasbûyî de sê caran stûnên elektrîkê hatin teqandin û di 24 demjimêrên dawî de jî elektrîk li ser Mexmûrê qût bûye û Fermangeha Elektrîkê ya Mexmûrê jî dibêje, di 24 demjimêran de elektrîk dê dîsa bê girêdan û xebata wan berdewam e.

Serpereştyarê Mîhwera Giwêr-Mexmûr a Hêzên Pêşmerge Sîrwan Barzanî pêkanîna odeyeke hevbeş a operasyonan di navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê de wek karekî “baş û dilxeşker” dibîne û diyar dike, “em çaverê ne ew herdu lîwayên hevbeş di navbera herdu aliyan de bên damezrandin û li gor zanyariyên me, biryar e vê hefteyê civîneke din di navbera Hewlêr û Bexdayê de li ser vê mijarê bê kirin. Rast e ew herdu lîwa hejmareke zêde nîne, lê pêwîstiya me ya zêde bi damezrandina wan heye û valahiyeke emnî ya di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de tijî dike. Eger ew herdu lîwa hebûna, bûyereke wek duh rû nedida, an jî encamder dê bihatana desteserkirin.”

Li ser liv û tevgera çekdarên DAIŞê li herêma Mexmûr û çiyayê Qereçûx jî Sîrwan Barzanî ragihand, “Ew cih sînorê desthilata Iraqê ye. Liv û tevgera DAIŞê li Qereçûx berdewem e û zêdetirî 100 terorîstên DAIŞê li wî çiyayî hene û hinek caran hejmara wan digihije 250 çekdar û ji bo  navçeya Geyare, Hewîce û Zêya Biçûk ta Hemrîn bikar tînin ku navçeyên Sunnenişîn in, lewma çiyayê Qereçûx ji bo wan bûye wêstgehek berdewam.”

Li ser belavbûna wan herdu lîwayên hevbeş ku di navbera Pêşmerge û Artêşa Iraqê de tên pêkanîn, Sîrwan Barzanî ragihand, “Hêz dê li wan navçeyan bên belavkirin ku DAIŞ berdewam tê de çalakiyan dike, wek; navçeya Xaneqîn, başûr rojavayê Kerkûkê, Daqûq, navçeya Qereçûx û Giwêr. Hêz li wan cihan belav dibin ku liv û tevgera DAIŞê lê zêde ye û hestyar in. Hûrgiliyên wan hêzan û çawaniya damezrandina wan paşê dê yekalî bibe.”

Sîrwan Barzanî tekez dike, pêngavên baş di pêkanîna hêzên hevbeş de hatine avêtin û karê teknîkî maye û di heyama 2-3 hefteyên bê de biryara dawî li ser tê dayîn.

Serpereştyarê Mîhwera Giwêr-Mexmûr li ser mijara vekişîna Hêzên Hevpeyman ji Iraqê jî diyar kir, DAIŞê li wan navçeyan ku berê di bin desthilata wê de bûn û Sunnenişîn in, “çalakiyên xwe zêde kirine û zêdetir jî dike, lewma vekişîna Hevpeymanan ji bo Iraqê dibe karesat, ji ber ku bêyî teknolojiya wan, pêşveçûn û bihêzbûna DAIŞê deh caran ji niha zêdetir dibe, taybetî jî li Neynewa liv û tevgera DAIŞê deh caran zêdetir dibe. Teknolojiya Hevpeymanan, taybetî dron, gelek di xizmeta artêşa Iraqê û Pêşmerge de ye.”

Li ser rewşa ew kesên ku hatine revandin jî Sîrwan Barzanî diyar kir, ew bo deşta Qeraç hatibûn veguhestin, piştî wê zanyariyên derbarê wan de qût bûne û tekez kir, “lê em dizanin ku nehatine kuştin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst