Asayişa Hewlêrê li ser 'terorkirina berpirsê HDK'ê daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Asayişa Hewlêrê derbarê kuştina Endamê Komîteya Navendî ya HDKê Mûsa Babaxanî de ragihand, ew dê encama lêkolîna li ser bûyera kuştina Babaxanî belav bikin.

Rêveberiya Asayişa Hewlêrê li ser kuştina Endamê Komîteya Navendî ya Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) Mûsa Babaxanî de li Hewlêrê, daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku ew îro hatin agahdarkirin ku bûyereke kuştinê li otela `Gelî Silêmanî` qewimiye û “piştî ku em gihiştin cihê bûyerê derket ku kesê hatiye kuştin, hemwelatiyê Kurd ê xelkê Rojhilatê Kurdistanê Mûsa Babaxanî bûye.”

Rêveberiya Asayişa Hewlêrê amaje bi wê jî kir, lêkolîn hatiye destpêkirin û piştî temambûna lêkolînan, encam dê bi raya giştî re bên belavkirin.

Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK) jî derbarê kuştina Mûsa Babaxanî de daxuyaniyek belav kir û ragihand, Babaxanî ku endamê Komîteya Navendî bû, roja Pêncçemê ji aliyê du kesên ser bi “Komara Îslamî ya Îranê ve hat revandin.”

Di daxuyaniya HDKê de hatiye, cenazeyê Babaxanî li odeyeke otela (Gulî Silêmanî) hat dîtin û “cihên îşkencê li ser laşê Mûsa Babaxanî diyar bûn.”

Li gor daxuyaniyê, Mûsa Babaxanî, Endamê Komîteya Navendî ya HDKê bû û sala 1981an ji dayîk bûye ûû ji 1999an ve peywendî bi HDKê kiriye.

Mûsa Babaxanî di kongreya 17 a HDKê de wek endamê Komîteya Navendî hatibû hilbijartin.

Di daxuyaniyê de hatiye ku Babaxanî şeva derbasbûyî ji aliyê du kesên “ser bi Komara Îslamî ya Îranê ve hatibû revandin.”

Heta niha ji aliyê Îranê ve li ser vê mijarê ti daxuyaî nehatine belavkirin.

Endamê Komîteya Navendî ya HDKê Mûsa Babaxanî berî niha li ser aloziyeke li herêma Dalaho beşdarî bultena nûçeyan a Rûdaw TVyê bûbû.