Li Efrînê 35 malbatên Kurd hatin girtin

07-08-2021
RÛDAW
Nîşan Efrîn Malbatên Kurd Girtin Artêşa Tirkiyê Grûpên Çekdar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, 35 malbatên Kurd ên ku dixwestin ji navçeya Şehbayê vegerin gundên xwe hatin girtin.

Li gorî çavkaniyeke xwecihî, şeva pêncşemê, grûpa Feyleq el-Şam hewl dabû 15 malbatan ji gundê Beradê di rêya Birc Evdalo re bi qaçaxî bigihîne Efrînê. Di heman şevê de, çekdarên grûpa Hemzat li gundê Kîmarê hewl dabûn 20 malbatan bi qaçaxî derbasî Efrînê bikin.

Li gorî heman çavkaniyê, hêzên artêşa Tirkiyê herdu grûp girtine û ew 35 malbatên Kurd di dibistana gundê Kîmarê de hebs kirine.

Lia aliyê din li gorî çavkaniyeke xwecihî, şeva borî, di encama gulberdana bêserûber a grûpên çekdar de li nav bajarê Efrînê zarokekî ku temenê wî sal û nîv e birîndar bûye.

Li gor heman çavkaniyê, navê wî zarokî Ebdulqadir Hac Omer e û xelkê bajarokê Mearet el-Artîq e li gundewarê Helebê û malbata wî li Efrînê niştecih e. Zarokê birîndar bo nexweşxaneyeke Efrînê hatiye rakirin û birîna wî hatiye dermankirin.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdarên ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.

Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hat dagirkirin.

Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.

Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.

Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi dehan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst