Parêzgariya Wanê: Hatina penaberan ji sedî 50 daketiye

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariyê Wanê derbarê penaberên ku li ser sînorê wê parêzgehê derbasî nav axa Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dibin daxuyaniyek da û diyar kir di encama tedbîrên wan de rêjeya hatina penaberan bo sedî 50yê daketiye. Opozîsyon jî dibêje "Rastî ev e ku vê meselê (mijara koçberan) ciwanên li herêmên me yên pêşneketî tarûmar kirine, jiyana ciwanên Tirk jî û Kurd jî tarûmar kiriye.”

Ev demeke hatina penaberên Efxanî, Îranî û Pakistanî li ser sînorên Îranê bo nav axa Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê berdawam e. Herî dawî dîmenên desteserkirina 300 penaberan  li navçeya Çaldiran ya wê parêzgehê li ser torên civakî gelek karvedanên xelkê navçeyê û Tirkiyê li pey xwe anîbûn.

Parêzgariya Wanê Îro di daxuyaniyekê de derbarê wan dîmenan û hatina penaberan bo nav axa Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Parêzgariyê di daxuyaniya xwe de amaje bi wê kiriye di encama hewl û xebatên wan yên rûbrûbûna hatina penaberan de rêjeya hatinê bo sedî 50yê daketiye û dibêje ew rûbirûyî qaçaxiya mirovan ya li navçeyê jî dibin.

Parêzgariyê da xuyakirin ku ew li ser sînorê parêzgeha Wanê  rêgiriyek cidî li hember hatina penaberan dikin û tekez jî kiriye ku tedbîr û kontrolên wan dê berdewam bin.

Derbarê dîmenên ku li ser torên civakî jî belavbûne jî parêzgarî dibêje “Ew dîmen ne yên nû ne. Heftiyek berî niha ji aliyê tîmên me ve operasyonelk li dijî maleke ku penaberan xwe lê veşartibûn hatiye encam dan, wan penaberan dixwestin birevin lê piştre ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatin desteserkirin û ji bo ku li welatên xwe bên vegerandin, bo navêndên vegerandinê hatine veguhastin. Ew dîmên yên wan penaberan in.” 

Serokê Partiya Komarî ya Gel Kemal Kiliçdaroglu jî di 7ê Tebaxê de li ser hesaba xwe Twitterê nerazîbûn nîşanî Erdogan û siyaseta derbarê koçberan da û got “Rastî ev e ku vê meselê (mijara koçberan) ciwanên li herêmên me yên pêşneketî tarûmar kirine, jiyana ciwanên Tirk jî û Kurd jî tarûmar kiriye.”

Ev daxuyaniya parêzgariya Wanê di demekê de ye ku di 2ê Tebaxa 2021ê de Wezareta Derve ya Amerîka, bernameyek ragihandibû jibo bicîkirina welatiyên Efxanî li Amerîka ku li gel hêzên Amerîka, NATO û Rêxistinên Nevdewletî yên Amerîkî li Efxanistanê kar kirine.

Li gor wê bernameyê, Amerîka dê wan kesan bo dema salekê li welatekî sêyem bicî bike, heta ku dokumentên wan temam dibin û piştre dê ji bo Amerîkayê bên veguhestin.

Lê ev plana Amerîkayê rastî nerazîbûna Tirkiyê hatibû. Tirkiye ku niha nêzîkî 4 milyon penaberên Sûrî lê dimînin, gotibû ku Amerîkayê ji bo plana xwe ew agehdar nekirine û tekez kiribû “Em qebûl nakin çareserî bo wê pirsgirêkê li welatê me bê dîtin, bê razîbûna welatê me.”