Li Cizîrê îddiaya qedexeya axaftina bi zimanê Kurdî

07-08-2020
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Cizîra Botan Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li ser medyaya civakî û hin medyayan hatiye belavkirin ku li moleke Cizîra Bakurê Kurdistanê, axaftina bi zimanê Kurdî hatiye qedexekirin û eger karmend pabend nebin ji kar tên dûrxistin, lê Rêveberê Giştî yê Cizre Parkê, Celal Ercan ew yek red kir û ji Rûdawê re got, ew gotegot tenê propagandayeke li dijî me ye û ti bingeheke wê nîne.

Navenda bazirganîkirinê ya bi navê Cizre Park li bajarê Cizîrê ya ser bi parêzgeha Şirnex a Bakurê Kurdistanê ve moleke naskirî ye, li gor îddiayekê ku li ser medyaya civakî û hinek medyayên Tirkiyê û Kurdî de hatiye belavkirin, îdareya wê molê bi riya biryarekê karmendên xwe neçar kirine ku bi zimanê Kurdî neaxivin.

Li gor wê îddiayê heman molê karmendên xwe neçar dike, ku di bersivdana kiryaran de jî bi zimanê Kurdî neaxivin û bi Kurdî bersiva ti kesî nedin. Di wan îdidiyan de bêyî ku amaje bi ti navekî bihê dan, ji zarê karmendên wê molê ve hatiye gotin, ku kamêrayên çavdêriyê li ser wan hatine danîn û eger ew bi Kurdî biaxivin, dê ji kar bêne dûrxistin.

Têkildarî vê mijarê, Tora Medyayî ya Rûdawê peywendî bi rêveberiya mola Cizre Parkê kir û derbarê gotegotên qedexekirina zimanê Kurdî li wê bazarê de pirs ji wan kir.

Rêveberê Giştî yê Cizre Parkê, Celal Ercan ji Rûdawê re ragihand, ew wan îddiayan bi tevahî red dikin û got, “ew tenê propagandayeke li dijî me ye, ji bo reşkirina me ye û ti bingeheke wê nîne.”

Celal Ercan diyar kir, “herêm, herêmeke Kurdî ye û li her derî xelk bi Kurdî diaxive, piraniya xelkê bi Kurdî diaxivin. Dayik, xûşk û hevjîn û malbatên me, gelek ji wan bi Tirkî nizanin, ev îddiayeke derew e.”

Ercan amaje bi wê yekê kir, ku wan ji bo xelkê herêma xwe hilberîn kiriye û got: “Me ji bo xelkê xwe hilberîn kiriye û bi vê hilberînê 500 kes ji xelkê me dixebitin.”

Rêveberê Giştî yê Cizre Parkê destnîşan kir, hilberînerên ku têne Cizîrê, dizanin ku herêm herêmeke Kurdî ye, lewma wê yekê li ber çav digirin.

Derbarê wê yekê de, gelo dibe ku dikanek yan hin dikanên li molê, xwediyên wan bi serê xwe biryarek wiha dabin an bidin, Celal Ercan ragihand, “ti kesek ji wan nikare bi serê xwe tiştekî wiha bike.”

Berî niha li Bakurê Kurdistanê çendîn caran têkildarî zimanê Kurdî pirsgirêk derketibûn û tabloyên bi zimanê Kurdî li hin bajaran hatibûn rakirin û li cihê wan tabloyên bi zimanê Tirkî hatibûn danîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst