Qedexeya 14 rojî li Rojavayê Kurdistanê tevger li bajaran nehiştiye

07-08-2020
Rengîn Şero
Rengîn Şero
Ji ber qedexeya çûn û hatinê, tevger li bazara Qamişloyê nemaye. Wêne: Rûdaw TV
Ji ber qedexeya çûn û hatinê, tevger li bazara Qamişloyê nemaye. Wêne: Rûdaw TV
Nîşan Rojava Qamişlo Rêveberiya Xweser Qedexe
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) - Li Herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê ji duh 6ê Tebaxê ve qedexeya çûn û hatinê destpê kiriye û dê heya 14 rojan berdewam be.

Bajarên Rojavayê Kurdistanê bê deng in, lê bêdengiyeke bi tirs e, xelkê êdî hest pê kirin ku divê baş xwe biparêz in, Corona nexweşiyeke cidî ye û nabe were îhmalkirin.

Navendên Rêveberiya xweser yên xizmetguzariyê û tendirustî li ser kar dimînin, herwiha cihên firotina xwarinê û norîngeh û nexweşxane jî ji bo dema çend demjimêran vekirî dimînin.

Ev di demekê de ye, ku roja Pêncşemiyê 4 tuşbûyên nû yên Koronayê li Bakurê Rojhilatê Sûriyê hatin tomarkirin.

Bajarê Qamişlo di navbera du desthilatdariyên Rêveberiya Xweser û hikûmeta navendî ya Sûriyê de dabeşkirî ye. Li aliyekî bajar ku di kontrola Rêveberiya Xweser de ye, qedexeya çûn û hatinê û bêdengî û bêtevgerî heye, lê li aliyê din ê bajêr ku di kontrola hêzên hikûmeta Sûriyê de ye, tevgera jiyanê asayî ye.

Hesen Elî bavê 6 zarokan li ser sînorê di navbera herdu aliyan de rawstiyaye û nizane ka di şensekî baş yan xirab de ye.

Hesen Elî ku firoşyar e, ji Rûdawê re behsa rewşa niha ya bajêr dike û dibêje: “Em têne kar ji me re baş e, xaniyê kirê û zarokên me hene lê em ditirsin ku em tûş bibin , her roj peywendiyê bi dehan kesan re dikin, em ji wan re dibêjin dûr bikevin ji bo me û ji bo wan jî baştir e.”

Di jûra operasyonan a taybet bi Koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de 11 endamên Heyva Sor a Kurdî hene ku 24 demjimêran kar dikin. 7 endam sibehan û 4 jî êvaran kar dikin, rojane 25 heya 30 pêwendiyên telefonî ji wan re tên û 3 rojan testan çêdikin û 3 rojên din amûrên PCR dixin kar.

Endamê Heyva Sor ya Kurdî, Sead Elî ji Rûdawê re dibêje: “Em tîmekê dişînin eger pêwîst kir em PCR jê re çêdikin, nîşanên ku li wan derdikevin, mandîbûn û ta lê weke êrîşkekî ye, saetek xirab in wekî din baş dibin.”

Hejmara tûşbûyên li deverên di bin desthilata Rêveberiya Xweser de gihişt niha gihîştiye 66 kesan. Herwiha zêdeyî 300 kesan jî di kerentînê de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst