Li girtîgeha Urmiyê 5 girtiyên Kurd ketine gireva birçîbûnê

07-08-2019
RÛDAW
Nîşan Urmiye Rojhilatê Kurdistanê Îran Girtiyên Kurd Gireva birçîbûnê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li girtîgeha Urmiyê, pênc girtiyên Kurd ketin gireva birçîbûnê û daxwaz dikin, heta mafên wan neyên dayîn, ew gireva birçîbûnê bidawî nahînin.

 

Rêxistinên çavdêriya mafê mirovan li Rojhilatê Kurdistanê belav kirine, girtiyên Kurd ên bi navê Qadir Selîmî, Mistefa Sebzî, Beşîr Pîrmawane û Mihemed Pîşbîn, tevî welatiyekî Bakûrê Kurdistanê yê bi bi navê Rehîm Turgut ji destpêka heftiya derbasbûyî ve ketine gireva birçîbûnê.

 

Li gor zanyariyan, daxwaziya wan girtiyan ev e ku moleta demkî ya derketina ji zîndanê û serdana malbatê bi wan bê dayîn, yan jî wan veguhêzin zîndaneke nêzîkî cihê nîştecîbûna malbatên wan.

 

Rêxistinên çavdêriya mafê mirovan li Rojhilatê Kurdistanê dane xuyakirin, berpirsên Girtîgeha Urmiyê bersiva daxwaziyan wan girtiyan nedane û formek jî dane wan ku têde amaje bi wê yekê hatiye kirin, girtîgehê tu berpirsatî li hember canê wan girtiyan nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst