Galeriya wêneyan

07-08-2019
38 Photos
Mihemed Şivanî

Hewlêr (Rûdaw) - Bi hatina Cejna Qurbanê , bazarên ajelan li Başûrê Kurdistanê çalaktir dibin û ji ber daxwaz li ser qurbaniyan zêdetire, bazirgan rêjeyeke zêde ji ajelên xwe dibin bazaran.

Bazarên ajelên bo qurbanê îsal li gor çend salên pêştir germtir e, sedem jî ew e ku pêşti krîza aborî hebû.

Li gorî amarên dawiyê nirxê goştê ajelan ji 500 heta 1000 dînarên Iraqê giran bûye, ev jî dibe sedem ku qezenc kêmtir bibe.