ROJAVA - Li Tirbespiyê teqîn çê bû

07-08-2019
RÛDAW
Nîşan Rojava Qamişlo teqîn
A+ A-

Qamişlo (Rûdaw) – Li bajarê Tirbespiyê yê ser bi Kantona Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ve teqînek çêbû û di encamê de kuştî û birîndar hene.

 

Peyamnêra Rûdawê li Qamişloyê, Rengîn Şero ragihand, îro li bajarê Tirbespiyê yê li rojhilatê bajarê Qamişloyê, otomobîleke bombekirî teqiya.

 

Li gor zanyariyên destpêkê, di encama teqînê de herî kêm 3 zarokan canê xwe ji dest dane.


Ajansa fermî ya hikûmeta Sûriyê, SANA jî ragihandiye, di encama teqîna îro ya li Tirbespiyê de , çend hevwelatiyên sivîl hatine kuştin, ku zarok jî di nava qurbaniyan de ne.

 

Li aliyekê din, li gor ajansa fermî ya Fransayê AFP jî, Rewangeha Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê ku navenda wê li Londonê ye, diyar kiriye ku di teqînê de 5 kesên sivîl jiyana xwe ji dest dane.

 

Heta niha ti aliyekî berpirsyariya teqînê li xwe negirtiye. Lê belê rêxistina Dewleta Îslamî (DAIŞ) di demên bihorî de çendîn êrîş û teqîn li herêmê pêk anîne.

 

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Amerîka piştgiriya wê dike, di Adara îsal de pêgeha herî dawî ya DAIŞê li Baxozê ku dikeve başûrê rojhilatê Dêre Zorê ji destê wê rêxistinê derxistibû.

 

Duh Sêşemê jî Wezîrê Berevanî yê Amerîkayê, Mar Esper derbarê “bihêzbûn” û “serîhildana DAIŞê” hişyarî dabû.


Bajarê Tirbespiyê dikeve 30 kîlometriya rojhilatê bajarê Qamişloyê û li gor dabeşkirina Rêveberiya Xweser dikeve sînorê îdarî yê Kantona Qamişloyê. Herwiha li gor dabeşkirina îdarî ya hikûmeta Sûriyê, bajarê Tirbespiyê beşek e ji parêzgeha Hesekê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst