Li Kerkûkê kêr lê dan li Almanyayê jê derxistin

07-08-2017
RÛDAW
Nîşan Kerkûk Almanya xort kêr laş
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Li Kerkûkê kêr li xortekî 18 salî hate dan û ew kêr piştî du salan li Almanyayê ji laşê wî hate derxistin.

 

Li Kerkûkê di sala 2015an de bûyerek hatiye ser xortê bi navê Danyar û kêr lê xistine. Danyar piştî bûyerê çûye Nexweşxaneya Azadî ya Kerkûkê. Li nexweşxaneyê birîna wî derman kirine, tîşk girtine û gotine "ti tiştekî te tine ye” û birîna wî dirûtine. Lê piştî demeke dirêj derket holê ku kêr di nav pişta wî de maye.

 

Danyar li ser bûyerê ji Rûdawê re ragihand: “Ez ji ber êş û jana pişta xwe dinaliyam. Doktoran ji min re gotin heta ku dosyeya polîs neyê em birîna te derman nakin. Piştre her çawa be birîna min dirûtin û piştre tîşk girtin. Di tîşkê de cihê kêr ronî dihate dîtin, lê doktor digotin, ew masulke ye ku hatiye birîn û weke kêr xuya dike.”

 

Xortê 18 salî du roj li nexweşxaneyê maye û dûvre doktor destûr daye ku here malê. Lê roj bi roj êşa wî zêde bûye. Danyar dibêje: “Du meh ez ji ber êş û jan dinaliyam. Çend caran çûm nexweşxaneyê. Ji min re digotin 'êşa te ji ber birîna kêr e, ev tiştekî asayî ye.”

 

Du meh piştî wê bûyerê, bi geştekê çûye Stenbolê, li wir weke gelek kesan, bi rêya neyasayî, xwe gihandiye Almanyayê û li bajarê Kolnê bi cih bûye.

 


 

Herwiha Danyar destnîşan kir, ku êşa wî her hebûye û got: “Heta meha Tîrmeha vê salê êşa min gihişte wê astê ku bêhna min teng dibû. Êş û bêhntengî wisa kir, ku ez li bajarê Kolnê herim nexweşxaneyekê. Doktorê nexweşxaneyê xwest ku tîşka sînga min were girtin. Piştî nîv saet doktor gazî min kir û got 'tiştekî namo di nav laşê te de heye.”

 

Danyar aşkere kir, dema ku tîşk dîtiye şok bûye û got: “Gava min tîşk dît mat mam. Kêra ku du sal û du meh berê, li min ketibû derket.”

 


 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst