HEWLÊR – Hevalê wî ew xapand û gurçika wî bi erzanî firot

07-08-2017
RÛDAW
Hewlêr
Hewlêr
Nîşan Bazirganî Gurçik Berdereş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Ciwanê kurd ê bi navê Seyf Faris, ku xelkê navçeya Berdereş a ser bi Duhokê ve ye, ji aliyê hevalê xwe ve, ji bo firotina gurçikekî hatiye xapandin. Hevalê wî soz daye, ku li beramber gurçikê wî 25 milyon dînaran (19 hezar dolar) bide wî lê piştî firotina gurçikê tenê 6 milyon dînar (4 hezar û 700 dolar) daye wî.

 

Seyf Faris hê di 17 saliya xwe de ji navçeya Berdereşê hatiye Hewlêrê. Bêyî ku agahiya malbata wî jê hebe, bêyî ku ti belgenameyekî îmze bike, di nexweşxaneyeke teybetî ya li bajarê Hewlêrê xistine bin neştergeriyê û gurçikekî wî derxistine.

 

Seyf dibêje: “hevalekî min bû. Ez xapandim û got, min jî gurçikekî xwe firotiye, tu jî bifiroşe. Wi got bi sedan kesan gurçika xwe firotiye, tiştek nabe. Paşî çûme hola neştergeriyê ve û dema deketim kes li ber sere min nebû. Hevalê min jî 6 milyon dînar bo min hiştibû û çûbû Tirkiyê.

 

Endamekî din ê heman banda bazirganiya gurçikan dike, careke din Seyf Faris dixapîne. Jê re dibêje ez dê vê pirsgirêkê çareser bikim û pareyê te ji wan bistînim. Bi vî awayî wan 6 milyon dînaran jî ji Seyf distîne û diçe.

 

Seyf Faris niha li dijî wan kesan gilî tomar kiriye lê negihiştiye ti encamekî.

 

Tenê ne Seyf e ku bûye qurbanê bazirganên endamên laşê mirovan. Desteya Mafê Mirovan li Herêma Kurdistanê beşek ji rapora xwe ya salane ji bo diyardeya bazirganîkirina bi endamên laşê mirovan terxan kiriye û hişyarî dide, ku diyardeya firotina gurçikan zêde bûye.

 

Li gorî zanyariyên Rûdawê, ew kesên kirîn û firotina gurçikan dikin, hemû kar û barên xwe di bin navê bexşîna endamên laşî dikin û hemû belgeyên wan jî sexte ne. Herwiha piraniya kesên ku gurçikên xwe difiroşin jî xwe eşkre nakin.   

 

Ji ber nebûna amaran, nayê zanîn ka heta niha çend kesan gurçikên xwe firotine.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst