Li Amedê berhemên çandiniyê hişk dibin

Amed (Rûdaw) – Li Amedê ji ber nexweşiyek nediyar piraniya berhemên çandiniyê dişewitin û hişk dibin.

 

Bajarê Amedê embar û kewara berhemên çandiniyê ye. Bi giranî genim, ceh, garis û pembo tên çandin jî lê her salên din sewzeyên li ser dezgehan jî xwemalî bûn.

 

Îsal nexweşiya ku li nav zeviyan ketiye, sewzeyan dişewitîne, dirizîne û hişk dike û bi taybetî jî sebze. Firingî, xiyar, îsot, balican, bamye dema tam tên ber gihêştinê, yan dişewitin û hişk dibin yan jî bi sadir û şitlan ve dirizin.

 

Vê yekê hem rewşa cotkar û berhemhêneran xirab kiriye, hem jî li nav bazarê buhayê sewze û zerzewatan bilind kiriye.

 

Cotkaran heta niha jî ji vê nexweşiyê re dermanek peyda nekirine. Hinek kes vê nexweşiyê bi tovên biyanî û hawirdekirî ve girê didin. Lê belê cotkarên ku tovên xwemalî çandine jî îsal berhemek baş ji zeviyan negirtine.

 

Cotkar bi navê Mihemed Demîr ji Rûdawê re wiha got: “Xiyar şewitîn, lovî şewitîn, ez ji te re bêjim îsot, firingî, balîcan hemû şewitîne. Her salên Xwedê jî ez heman vî tovê xwemalî diçînim, berhemeke baş jê digirim. Her sal qezenca min baş bû, lê îsal ti kar û qezenc jê derneket.”

 

Kêmbûna berhemên xwemalî li Firoşgeha Sebze û Mêweyan a Amedê nirx û buha zêde kiriye.

 

Ji ber dema berhemên xwemalî kêm dibin, sîmsar û firoşkar neçar dimînin sewze û mêweyan ji derveyî Amedê bînin.

 

Sîmsar Fadlî Akmar jî wiha got: “Dema mirov sewzeyan ji derve tînin, ji ber destheqê rê û veguhestinê bêguman xerc û mesref zêdetir çêdibe. Lewma nirx û buha ji bo xelkê me girantir dibe.”

 

Sîmsar Mehmed Can Koç diyar kir ku gava ji derve mal were buha tê û wiha domand: “Dema sewze û berhem xwemalî bin, li derve hezarek be jî hingê li vir dibe 500 sed.”

 

Kenan Bayram jî da zanîn îsal ber û berhem qit û kêm e û got: “Berhemên derve jî yên vir jî îsal kêm e. Kuwalîteya berhem jî îsal tune. Lewma nirx û buhaya sewzeyan berz bûye.”

 

Çandinî li Amedê çavkaniya serekî ya debarê ye. Her gava ku çandinî lewaz dibe, bi xwe re aboriya bajêr jî dihejîne.