Hesekê- YPGê berê xwe dide Şedad û Holê

Hesekê (Rûdaw)- Piştî derxistina çekdarên DAIŞê ji bajarê Hesekê li ser destê artêşa Sûriyê, milîsên alîgirên wê û hêzên YPGê û bi piştevaniya balafirên şer ên hevpeymaniya navdewletî, niha behsa amadekariyê ji bo şerê nahiyeya Holê (rojhilatê Hesekê) û Şedadê (başûrê rojava) tê kirtin.

Ev dever başûrê bajarê Hesekê yê rojavayê Kurdistanê ye, bi taybet zîndana zarokan û wêzgeha kehrebayê ye.

Ev dûmana radibe, ji encama bombebarankirina balafirên hevpeymaniya navdewletî li ser cihên DAIŞê ye.

Niha, ev dever di bin kontrola YPGê û YPJê de ne.

Bi dûrbînan, hin şervan deverê çavdêr dikin û bombebarankirina cihên DAIŞê ji aliyê hevpeymanxiyê ve dişopînin. Hin şervanên din jî cihên xwe di çeperan de digrin.

Fermandeyê YPGê Galî Serhat ku yek ji fermandeyên şer li Hesekê ye, behsa rewşa deverê dike û dibêje, di asewarên şer li her derê diyar in û tiliyên şervanan her li ser teltîkên çekan in.

Bi gotina Fermande Serhat ew niha di rewşa êrişê de ne.