Pêşmerge: Li Guwêrê 5 çekdarên DAIŞê hatin dîlgirtin

Hewlêr (Rûdaw)- Pêşmerge ragihand ku li bajarokê Guwêrê ragihand ku di êrîşekê de wan 5 çekdarên DAIŞê dîl girtine.

Çavkaniyeke hêzên pêşmerge, li eniya şerî bi Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku “Hêzên pêşmerge li çend girên derdora Guwêr dest bi planekî berfireh kirine û bi êrîşan ziyaneke mezin dane çekdarên DAIŞê.”

Lo gorî agahiyên çavakanî, heta niha 5 çekdarên DAIŞê hatine dîlgirtin. Herwiha anî ziman ku “Dê di demekî nêzîk de mizgîniya serketina pêşmerge bidin gelê Kurdistanê.”

Di şerê îro li bendava Mûsilê di navbera pêşmerge û çekdarên DAIŞê de 8 çekdarên DAIŞê hatin kuştin, 12 jî hatin dîlgirtin.