Hevseroka KCKê, Besê Hozat: Ev şer dê kurdan bike yek

07-08-2014
RÛDAW
A+ A-

 

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Desteya Rêveberiya KCK'ê Besê Hozat ragihand ku rêxistina Dewleta Îslamî li Iraq û Şamê (DAIŞ) dixwaze kurdan bike dijminên hev û wiha got: “Ev şer dê bibe sedema yekbûna kurdan .”

 

Besê Hozat bi rêya telefonê beşdarî bernameyeke Stêrk TVyê bû û derheqê êrişên DAIŞê yên li dijî Şingalê, Rebîayê û Mexmûrê daxuyanî da.

 

Hozat diyar kir ku hêzên HPG, YPG û YJA Star li Çiyayê Şingalê li hember DAIŞê şer diken.

 

Besê Hozat daxuyand ku li Çiyayê Şingalê zarok ji ber tîbûnê jiyana xwe ji dest danê û taybetî bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Hîkûmeta Iraqê kir ku vê pirsgirêkê çareser bikin.

 

Besê Hozat wiha domand: “Ev pêvajo ji bo kurdan dîrokî ye. Ev şer dê kurdan bigihîne hev û bi yekbûna gelême de dê rolekê mezin bigire. Armanca DAIŞê ji hev cudakirina kurdan e û dixweze wan bike dijminên hev. Rewşek wisa heye.”

 

Hevseroka KCKê ji xort û gencên kurd xwest tevlî şer bibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst