EFRÎN - Ji ber kêfxweşiya serkeftina Holendayê 6 kes hatin desteserkirin

07-07-2024
RÛDAW
Nîşan Efrîn Hêzên Tirkiyeyê Rojavayê Kurdistanê Rêxistina Belgekirina Mafên Mirovan li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Efrînê ji ber kêfxweşiya serkeftina tîma Holendayê ya li hemberî Tirkiyeyê 6 kes hatin desteserkirin.

Rêxistina Belgekirina Mafên Mirovan a Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ku navenda wê li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê ye li ser desteserkirina 6 şêniyên Efrînê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de rêxistinê diyar kir ku hêzên Îstîbarata Tirkiyeyê ji ber kêfxweşbûna serkeftina tîma Holendayê ya li hemberî tîma Tirkiyeyê 6 kes desteser kirine.

Li gorî daxuyaniyê, tîmên Îstîxbarata Tirkiyeyê li navenda bajarê Efrînê bi ser qahweyekê de girtiye û 4 welatiyên ku ji ber serkeftina Holendayê kêfxweşiya xwe anîye ziman desteser kirine.

Di daxuyaniyê de amaje bi wê yekê jî hat kirin ku 2 welatiyên din jî ji ber parvekirinên xwe yên Facebookê ji aliyê Îstîxbarata Tirkiyeyê hatine desteserkirin.

Doh li Almanyayê di çarçoveya EURO 2024ê de maça Holenda û Tirkiyeyê hebû.

Holenda bi 2 golan bi ser ketibû û dawî li xewnên Tirkiyeyê yên şampiyonaya EURO 2024ê anî bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst