Îraq dê 150 malbatên din ji Kampa Holê vegerîne

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê hefteya bê dê 150 malbatên endamên DAIŞê ji Kampa Holê vegerîne Îraqê û li Nînowayê bi cih bike.

Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Cîhangîr, li ser aqûbeta malbatên endamên DAIŞê yên Îraqî ku li Kampa Holê dimînin ji Rûdawê re axivî.

Elî Cîhangîr da zanîn ku dê hefteya bê 150 malbatên endamên DAIŞê ji Kampa Holê wergirin û wan li Kampa Cedenê ya li Nînowayê bi cih bikin.

Elî Cîhangîr da zanîn ku jimareya endamên 150 malbatan nêzîkî 600- 650 kes in.

Kampa Holê li başûrê rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê ye û di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) de ye û kesên li kampê ne jin û zarokên çekdarên berê yên rêxistina DAIŞê ne.

Elî Cîhangîr di berdewamiya axaftina xwe jî de amaje bi wê yekê kir ku heta niha wan 190 malbat bi tevahî 190 kesên Îraqî yên DAIŞê ji Kampa Holê anîne û li Kampa Cedenê bi cih kirine.

 Li gorî zanyariyan, 41 hezar kes li Kampa Holê mane û nêzîkî 20 hezar kes ji wan Îraqî ne.

Wezareta Koç û Koçberan a Îraqî û Neteweyên Yekbûyî li hev kiriye ku heta sala 2027an hemû malbatên Îraqî ji kampê bêne derxistin.