Nêçîrvan Barzanî hatina sala Koçî pîroz kir

07-07-2024
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Sala Koçî Peyam
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi wesîleya destpêka sala nû ya Koçî peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî bi rêya hesabê xwe sala nû ya Koçî pîroz kir û hêvî kir ku sala nû bibe wesîleyê hevqebûlkirin û bihevrejiyanê.

“Ez hêvîdar im bi xwe re aştî û aramiyê bîne.”

Serokê Herêma Kurdistanê di peyama xwe de hemû Misilman pîroz kirin û got:

“Ez di yada 1ê Muheremê û serê sala nû ya 1446an a Koçî de hemû Misilmanên li Îraq, Herêma Kurdistanê û cîhanê pîroz dikim.

Ez hêvîdar im ji bo hemû kesî bibe sala serkeftin, xweşî û halxweşiyê û bi xwe re aştî û aramiyê bîne.”

Nêçîrvan Barzanî xwest ku sala nû ya koçî ji bo bihevrejiyan û hevqebûlkirina hemû dîn û neteweyan bibe derfet û teşwîqkar û got:

“Werin em hemû bi hev re xizmeteke baştir ji gelê xwe û welatê xwe re bikin.

Hemû salên we bi xweşî bin û Xwedayê mezin we biparêze.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst