Geştyar berê xwe didin Berçelanê: ‘Ez her kesî vedixwînim’

07-07-2024
Nîşan Zozanên Berçelanê Xweza Bedewî Geştyar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Zozanên Berçelanê yên li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê bi xwezaya xwe ya bedew bûne kêlik û rawestgeha geştyaran.

Li aliyekî hîn zivistan e û berf li erdê ye û aliyê din bihar e gul û kûlîlk dibişkivin.

Alîkarê Serokê Komeleya Geştyariyê ya Gola Wanê Turan Şîmşek cara ewil li vê derê werzişa kanoyê kiriye û xelkê vedixwîne Berçelanê.

“Ez her kesî vedixwînim Zozanên Berçelanê”

Turan Şîmşek got, “Cara yekê ye ez li kano yan kelekê siwar dibim, werzişeke gelekî xweşe.

Ez her kesî vedixwînim Zozanên Berçelanê û bila werin Gola Seyîtxan bibînin.”

Geştyarên hatine Gola Seyîtxan û Gola Lîsê kêliyên xweş derbas dikin.

Geştyarên ku berê xwe didin van zozanan di vê kelegerma havînê de jî xwe bi cilên stûr dipêçin da ku xwe ji sermayê biparêzin.

“Min cografyayeke wiha nedîtibû”

Geştyarê bi navê Abdurrahman Varli jî cara ewil e ku çûye Berçelanê û wiha behsa wê derê kir:

“Cara yekê ye têm vê deverê, berî vê min cografyayeke wiha nedîtibû, em dê îşev li vir li Berçelanê kampê daynin, sibe jî em dê biçin Cîloyê.”

Zozanên Berçelanê 25 kîlometreyan ji navenda Colemêrgê dûr in û bilindahiyan wan 3 hezar û 300 metre ye.

Ev zozanên spehî havînan mazûvaniya geştyar, werzişkar û jîngehhezan dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst