Li Erziromê qeza: 3 mirî, 4 birîndar

07-07-2024
Nîşan Erzirom Qeza Mirî Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Xoresanê ya parêzgeha Erziromê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek ji bilindahiya 5 metreyan ket. 3 kes mirin ku 2 ji wan zarok in.

Otomobîla ku ji navçeya Panosê ya Agiriyê diçû bajarê Çankiriyê yê Tirkiyeyê, saet 06:00an li Xoresanê ji kontrola ajokar derket û wer bû.

Di vê qezayê de Nabîzade Unal (9), Erve Tuana Unal (13) û Zeynep Uçar (45) mirin.

Elîf Zeynep Unal (11), Ebru Neva Uçar (13), Muhammed Furkan Uçar (22) û Sumeyra Unal (39) jî birîndar bûn.

Tîmên tenduristiyê birîndar veguhastin nexweşxaneyên li Erzirom û Xoresanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst