Nacî Gorur: Li Mêrdînê erdhejên mezin çênabin

07-07-2024
Nîşan Prof. Dr. Nacî Gorur Mêrdîn Erdhej Metirsî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Prof. Dr. Nacî Gorur got, “Li Mêrdînê metirsiya erdhejê li gorî gelek bajarên din kêmtir e, li bajêr erdhejên mezin çênabin.”

Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê doh bi pêşengiya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Kordînasyonên Bajarên Amed û Mêrdînê yên Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran (TMMOB) li ser erdhejan paneleke taybet hat lidarxistin.

Jeolog û pisporê erdhejan Prof. Dr. Nacî Gorur yek ji beşdaran bû û wî di panelê de derbarê metirsî û amadehiyên erdhejê yên li Mêrdînê agahî dan.

“Divê zanist biryara lêkirina avahiyan bide”

Prof. Dr. Nacî Gorur bi bîr xist ku erdhejên li bajarên derdorê dikarin bandorê li Mêrdînê bikin û got:

“Min di panelê de got ku erdhejên li bajarên cîran û erdhejên biçûk ên ku li wê bi xwe çêdibin dikarin bandorê li bajêr bikin.

Ji bo vê yekê jî divê rêveberî amade be, gel bê perwerdekirin, avahîsazî bê kontrolkirin û li ser ekosîstem û jîngeha bajêr agahdarî hebe.

Helbet dê avahî bên çêkirin lê dê kîjan avahî li kû bên çêkirin divê zanist biryara vê yekê dibe.

“Nayê wateya ku erdhej çênabin”

Li Mêrdînê metirsiya erdhejê li gorî gelek bajarên din ên welatê me kêmtir e, li bajêr erdhejên mezin çênabin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst