Li Rihayê agir bi daristanê ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xelîliyeyê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, agirê li zeviyan dest pê kir belav bû û gihişte daristanê.

Di navbera gundê Germûşê û Xirabreşkê yên navçeya Xelîliyeyê de îro ji ber sedemeke nehat zanîn agir bi erdên çandiniyê ket û belav bû.

Agirê ku demjimêrên êvarî dest pê kir, bi bandora bayê belav bû û gihişte daristanê.

Li ser agahdarkirinê tîmên agir vemirandinê çûn cihê şewatê û dest bi vemirandina agir kir.

Agirê ku li herêmeke berfireh belav bûye heta niha nehatiye kontrolkirin.

Saziyên fermî heta niha derbarê agir de ti daxuyanî nedaye.