Li Mûşê lehî rabû: Keçeke 20 salî canê xwe ji dest da
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Milazgirê ya parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê lehî rabû û keçeke 20 salî canê xwe ji dest da.
Li gundê Baxçeyê yê navçeya Milazgirê ji nişke ve baraneke gur bariya.
Li gorî nûçeya malpera Alparslandiyari.comê, dema baran dibariya Nazar Karataş û dêya xwe li hewza xwê kar dikir.
Piştî baranê lehî rebû û keça bi navê Nazar Karataş û dêya xwe li ber lehiyê çûn.
Nazar Karataşa ku li ber lehiyê çû canê xwe ji dest da û dêya wê jî ji aliyê gundiyan ve hat rizgarkirin.
Cenazeyê Nazara Karataşê birin Morga Newxweşxaneya Dewletê ya Milazgirê.
Barana gur li navçe gundên wê bû sedema zerereke mezin û gelek zeviyên çandiniyê di bin avê de man.