Dayika Aştiyê Xemê Akdogan koça dawî kir

Hewlêr (Rûdaw) - Dayika Aştiyê Xemê Akdogan a ku li nexweşxaneyeke Wanê dihat dermankirin koça dawî kir.

Endama Encûmena Dayikên Aştiyê ya Wanê Xemê Akdogan a 85 salî danê vê sibehê li Navenda Tibê ya Dursun Odabaşi ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ku 15 roj in li wir dihat dermankirin koça dawî kir.

Hat ragihandin ku Akdogan a ku duh ji bo beşa servîsa normal hat birin, ber bi sibehê ve cekteya dil lê da û canê xwe ji dest da.

Xemê Akdogan di sala 1985an de tevî malbata xwe ji gundê Bolecek a navçeya Elkê ya Şirnexê koçî gundê Dotkan a Geverê kir, di sala 1997an de hat neçarkirin ku koçî taxa Hacîbekir a navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bike.

Xemê Akdogan a ku bi berdewamî beşdarî çalakiyên li bajêr dibû, gelek caran hatibû desteserkirin.