Keşnasî: Îro li Herêma Kurdistanê pileya germê dê bigihe 51 pileyî

07-07-2023
RÛDAW
Nîşan Herêma Kurdistanê Havîn Germahiya Zêde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keşnasiya Herêma Kurdistanê ragihand, li gorî pêşbîniya îro li Germiyanê dê pileya germê bigihe 51 pileyan. Li gor pêşbîniyên Keşnasiya Herêma Kurdistanê, dibe ku îro roja herî germ a havîna îsal be.

Navenda Keşnasiyê ragihand ku li Herêma Kurdistana îro pileya germayê, li gorî duh wê yek heta sê pileyan bilindtir bibe.

Li gorî pêşbîniyên Keşnasiya Herêma Kurdistanê, pileya herî zêde ya germahiyê, dê li sînorê îdareya Germiyanê be û bigihe 51 pileyan, dê pileya herî kêm jî li Hacî Omeranê be û tê pêşbînîkirin ku 31 pile be.

Pisporê Keşnasiyê Aras Cebar ji Rûdawê re got, roja Şemiyê pêla germê kêm dibe û dê yek heta du pileyan dakeve.

Pileyên germahiyê li gor pêşbîniya Keşnasiya Herêma Kurdistanê:

Hewlêr: 45 pile

Silêmanî: 43 pile

Duhok: 44 pile

Kerkûk: 50 pile

Helebce: 46 pile

Hacî Omeran: 31 pile

Zaxo: 45 pile

Soran: 43 pile

Germiyan: 51 pile

Berdevkê Wezareta Veguhastin û Ragihandinê ya Herêma Kurdistanê, Dîlan Reşad îro ji Rûdawê re ragihand, “îro dê pileyên herî germ ên îsal bên tomarkirin. Li navçeyên Germiyanê heta Xaneqîn û Kelar û cihên din dê bigihe 50 û 51 pileyî.”

Dîlan Reşad herwiha got, “Ev germa dê heta roja Şemî û Yekşemê bidome, lê dê ji roja Duşemê ve çar heta pênc pileyan dakeve, ji Pêncşem û Îniya pêş me ve dê pileya germê dîsan bilind bibe.”

Berdevkê Wezareta Veguhastin û Ragihandinê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar jî kir, ku Herêma Kurdistanê di bin bandora keşûhewaya cîhanê û guhertinên wê de ye, lê pêla germê ya îro û heftiya bê, bi “germa demsalî ve girêdayî ye.”

Li Germiyanê ku Xaneqîn, Gulala, Meydan, Kelar, Kifrî, Rizgarî û gelek deverên din li xwe digire, germahî digihe 50 pileyî û zêdetir jî, ew di demekê de ye ku rêjeya keskatiya li herêmê ji %5 kêmtir e.

Li Iraqê pileya germahiyê 50î derbas dike

Desteya Giştî ya Keşnasiya Iraqê jî behsa bilindbûna pileyên germahiyê li parêzgehên Iraqê dike û dibêje, dawiya heftiyê û destpêka heftiya bê dê pileyên germiyê li 9 parêzgehên Iraqê 50 pileyî derbas bike.

Berdevkê Desteya Giştî ya Keşnasiya Iraqê, Amir Cabirî derbarê wê yekê de ji Rûdawê re got: “Bi hatina havînê re tê pêşbînîkirin ku di rojên pêş de germahiya hewayê li hin deveran ji 50 pile zêdetir bibe û hefteya bê dê hejmara deverên ku wê germê û 51 pileyê tomar bikin, zêdetir bibe.”

Îro Înê li parêzgehên Mîsan û Besrayê pileya germê dê bigihe 50 pileyî, lê rojên şemî û yekşemê li 9 parêzgehên Iraqê pileya germê dê li Bexda, Kerbela, Necef, Kut, Besra, Musenne û Dîwaniyeyê bigihe 50 pileyî. Li Mîsan û Ziqarê germahî dê bigihêje 51 pileyî.

Li gorî lêkolînên cîhanî, germahî di van 30 salên dawî de bi qasî 0,53 pileyî zêde bûye û Sekreterê Giştî yê Meteorolojiyê yê Neteweyên Yekbûyî Petrî Thalas bang li hikûmetan kir ku ji bo kêmkirina bandora germê li ser tendirustiya mirovan tedbîran bigirin.

Li gorî Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê di 50 salên dawî de li Ewropayê 148 hezar kes bi sedema germahiyê mirine.

Navenda Neteweyî ya Amerîkayê ya Pêşbîniya Jîngehê jî ragihandiye, roja Duşemê ya vê heftiyê roja herî germ a di 170 salên bihorî de bû.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst