Dolar li hember lîreyê Tirkî rekoreke nû tomar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Bihayê lîreyê Tirkî li hember dolarê Amerîkî careke din daket û dolar rekoreke nû tomar kir. Îro 7ê Temûzê dolar li hember lîreyê Tirkî gihişte 26.19 lîreyan û rekoreke dîrokî tomar kir.

Banka Navendî ya Tirkiyê 22ê Hezîrana 2023an biryara xwe ya derbarê rêjeya faîzê de eşkere kir û piştî wê biryarê nirxê lîreyê Tirkî li beramber diravên biyanî daket û îro Îniyê 7ê Temûzê dolarekî Amerîkî gihîşte 26.19 lîreyên Tirkî.

Lijneya Giştî ya Banka Navendî ya Tirkiyê, piştî zêdetirî 2 salan ji biryara xwe ya kêmkirina rêjeya faîzê vegeriyabû û rêjeya faîzê ji %8.5an bo %15an zêde kiribû. Tevî zêdekirina rêjeya faîzê lîreyê Tirkî li hember diravên biyanî zêdetir nirxê xwe jidest da.

Li aliyê din Euro jî îro gihişte 28.48 lîreyan.