Li Mêrdînê trafoya elektrîkê teqiya: 100 nexweş hatin veguhestin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Artuklu ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê ve, trafoya elektrîkê ya li tenişt nexweşxaneyeke taybet teqiya. Ji ber agir û dûmana bûyerê 100 nexweşên li nexweşxanayê bo nexweşxanayên cuda yên Mêrdîn û bajarên derdorê hatin veguhestin.

Li Taxa 13ê Adarê ya navçeya Artuklu ya Mêrdînê, trafoya elektrîkê ya li tenişt nexweşxaneyeke taybet teqiya.

Li ser agahdarkirinê tîmên agir vemirandinê, polîs û tîmên tendirustiyê bo cihê bûyerê hatin şandin.

Di encama agir de dûman li nav nexweşxaneyê belav bû. 30 jê pitik nêzîkî 100 nexweşên li nexweşxaneyê bi ambulansan bo nexweşxaneyên cuda yên Mêrdîn û bajarên derdorê hatin veguhestin.

Ji bo şopandina rewşê, Parêzgarê Mêrdînê Mahmut Demirtaş, Rêveberê Tendirustiya Mêrdînê û Rêveberê Ewlekariya Mêrdînê serdana cihê bûyerê kirin.

Parêzgarê Mêrdînê Mahmut Demirtaş got: “Me 100 nexweşên xwe bi ambulansan bo nexweşxaneyên Mêrdînê û bajarên derdorê veguhestin. Spas ji Xwedê re pirsgirêkeke cidî nîne. Em kêfxweş in ku ti nexweşekî me canê xwe jidest neda.”