Aldar Xelîl derbarê danûstanên ligel hikûmeta Sûriyê de axivî

07-07-2022
RÛDAW
Nîşan Rojava PYD Aldar Xelîl Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)  - Endamê Desteya Hevserokatiya ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl ragihand ku hinek mijar hene wan û hikumeta Şamê li ser li hev nekirine.

Endamê Desteya Hevserokatiya ya PYDê Aldar Xelîl ji medyaya nêzîkî partiya xwe re got ku bepirsiyariya parastina serdestiya Sûriyê dikeve ser milê hikumeta Şamê.

Aldar Xelîl tekez kir ku krîza Sûriyê “bi dawîhatina dagîrkeriya axa Sûriyê” re çareser dibe û banga hikûmeta Sûriyê kir: “Divê hikumeta Şamê berpirsiyariyên xwe yên li hemberî parastina serdestiya Sûriyê pêk bîne. Divê em ji bo aloziya Sûriyê çareseriyekê peyda bikin. Em xwedî proje ne. Ji roja destpêkê ve me projeya xwe ji raya giştî û tevahî cîhanê re ragihand. Sûriye ne ya pêkhateyekî tenê ye. Em heta niha di vê projeya xwe de berdewam in.”

Bi gotina Aldar Xelîl ji ber Tirkiyê krîza li Sûriyê kûrtir bûye û got: “Tirkiyê hişt temenê aloziya Sûriyê dirêjtir bibe. Eger hikumeta Şamê bi rastî dixwaze aloziya Sûriyê çareser bike, nîqaş û şêwir tenê têrê nakin. Bêguman ev şertekî sereke ye, lê bi wê tenê temam nabe, faktorekî din heye ew jî rawestandina dagirkeriyê ye.”

Aldar Xelîl derbarê danûstandinên di navbera hikumeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser de jî diyar kir ku hinek xal hene wan û hikumeta Şamê li ser li hev nekirine û got: “ Xala ku niha divê lihevkirin li ser çêbibe, xeteriya li ser me hemiyan e, ji ber gefên dewleta Tirk serdestiya Sûriyê jî di xeteriyê de ye. Hin mijar hene ku em hêj li ser li hev nakin, yek mijara navendîbûnê ye, ku hikumeta Şamê dev jê bernade, ji ber ku bawer dike eger dev jê berde dê hikumê wê hilweşe. Ev xaleke girîng e, eger li ser vî fikirî bimîne, wê demê tê wateya ku yên derdora xwe wekî ku tune ne dihesibînî. Mijara din jî ku Sûriye ne tenê ya pêkhateyekî ye.”

Endamê Desteya Hevserokatiya ya PYDê got jî: “Hikûmet di wê baweriyê de ye ku nenavendî dibe sedema ketina wê. Hikûmet dixwaze nasnameya Sûriyê tenê ji bo pêkhateyekê be.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst