Li Amedê pankartê Vedat Aydin hat daleqandin

07-07-2021
RÛDAW
Nîşan Ciwanên Netewî yên Kurdistanê Amed Pankart Vedat Aydin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ciwanên Netewî yên Kurdistanê (CNK) li Ameda Bakurê Kurdistanê pankartê Vedat Aydin ê ku 30 sal berê ji aliyê JITEMê ve hatibû qetilkirin bi serbihura Huzurevleriye ya Nînovayê ve daleqandin.

Endamên Ciwanên Netewî yê pankartê Serokê Şaxa Amedê ya Partiya Kedê ya Gel (HEP) Amedê Vedat Aydin ê ku di 5ê Tîrmeha 1991an de ji aliyê JITEMê ve hatibû qetilkirin, bi serbihura Huzurevleriyê ya Nînovayê ve daleqandin.

CNKê li ser pankartê ku daleqandiye wiha nivîsand “Şehîd ne şehîdê partiya ne, şehîdê xaka pîroz Kurdistanê ne. 30 sal li ser qetilkirina Vedat Aydin re derbas bû. Şehîdên me rêya serxwebûnê ronî dikin.”

Di 5ê Tîrmeha 1991an de çend çekdaran ku cilûbergên polîsan li xwe kiribûn û xwe weke polîs dabûn naskirin, li navenda bajarê Amedê bi ser mala Vedat Aydin de digirin û wî direvînin. Piştî vê bi 2 rojan Cenazeyê Vedat Aydin li Madena Xarpêtê hate dîtin.

Vedat Aydin di 10ê Tîrmeha 1991an de li Amedê bi beşdariya 10 hezaran kesan ve bi xakê ve hat sipartin.

Di merasîma cenazeyê Vedat Aydin de hêzên dewletê êrişî ser gel kirin, di encamê de bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan û parlamenter jî di nav de bi sedan kes birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst