Girtina deriyê Til Koçer rewşa hejaran xerabtir kiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Ev demeke dirêj e ji ber ku deriyê Til Koçer yê ku alîkariyên Netewên Yekbûyî (NY) tê de derbasî Rojavayê Kurdistanê dibûn girtî ye, rewşa xelkê gelek xirab e.

Bi girtina deriyê sînorî yê Tilkoçer-Erûbiyê, li ber alîkariyên Netewên Yekbûyî (NY) ji sedî 70 kerta tenduristiyê li Rojavayê Kurdistanê, ziyanê dibîne û 400 hezar aware û hejmarek ji welatiyan ji alîkariyên mirovî bê bêpar dimînin, ev amarên Rêveberiya Xweser in.

Elî Ehmed ku xelkê wî bajarê sînorî bi xwe ye, rewşa wî ya tenduristî xirab e û nikare weku pêwîst kar bike, rojê tenê 5 hezaran derdixîne û lêçûna firavîna kufletê wî 15 hezar in.

Welatî Elî Ehmed  dibêje “Ji bo xelkê rewşa xelkê ya abûrî miriye, hişksalî hebû û nirx bûhane, xelk bi zorê xwe diqedînin, li ser xwedê ne.”

Ji sala 2014an ve dema ku NY çend deriyên sînorî di şerê Sûriyê de ji bo gihandina alîkariyên mirovî destnîşan kir, deriyê Til Koçer yek ji wan bû, lê di 10 meha 1 sala 2020 de, Rûsya vêto bikar anî û li gor biryare 2504 Til Koçer ji nav lîsta deriyên gihandin alîkaritê mirovî derxist.

Dikandar Hisên Mihemed “Eger kesekî wî li derve hebe kare bijî lê yê ku kesî wî tune be, ji birçîna miriye, kar tune, alîkarî her 6 an 7 mehan carekê ye, birinc û zeyt e.”

Dema biryarê Şeş meh in lê tevî hewlên Rêveberiya Xweser, Rûsia veto bikar tîne û herçar biryar tê dirêjkirin. Heyva Sora Kurd ku tenduristiya xelkê li Rojavayê Kurdistanê di stuyê wê de ye, behsa hewcehiyên deverê bi wan alîkariyan dike.

Hevserokê Heyva Sor a Kurd “Em hêvî dikin ku ew derî dîsan li ber alîkariya mirovî vebe, jibo ku em karibin bi barê kampan rabin û gelê me jî pêwistiya wan pê heye, bi taybet di rewşa korona de, çawa (Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) alîkarî radestî hikumetê dikir, wê jî li gor kêf û heza xwe belav dikin, yê me bi dilopan digheşt destê me û ne li gor pêwistiya gelê me bû.

Piştî girtina derî 11 pirojeyên xizmetguzarî û bingeyên tenduristiyê ji kar ketin. Li gorî amarên nivîsîngeha kar û karûbarê rêxistinên mirovî 400 hezar aware li 12 kampên Rojhilatî cemê Firat û 5 kamp li Şehba bê alîkarî ne, Rêveberiya Xweser ji kîsî xwe, pêdawistiyê destpêkî ji wan re dabîn dike.