Galeriya wêneyan

08-07-2021
18 Photos
Bilind T. Abdullah

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Koyê û di nav fêrgeha Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) de, xûleke nû ya serbazî û siyasî bo hejmarek ji pêşmergeyên jin ên wê partiyê hatiye vekirin ku temenê pirnaiya wan di navbera 18 heta 24 salî de ye.

Piraniya beşdarên wê xûla serbazî û siyasî ji Rojhilatê Kurdistanê ve hatine û nû têkilî bi refên PDKÎ kirine û ev xûla serbazî û siyasî du mehan dom kiriye.

Berpirsê Fêrgeha Rahênana PDKÎ, Muxtar Suhrabî ji Rûdawê re ragihand, “ev xûleke destpêkê ya serbazî û siyasî ye bo kesên kun û pêwendî bi refên me ve dikin. Di xûla vê carê de hejmareke berçav a keçan têkilî bi refên me kirine ku di 40 salên bihorî de mînaka wê nebûye. Sedema vê yekê pêwendî bi du hokaran heye, ya yekem bilindbûna hesta netewî ye li Rojhilat ku zulm û zordarî û neheqiyeke mezin bi milletê Kurd tê kirin û hokara duyem jî nebûna mafên jinan li Îranê ye.”

Piştî ku Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) qonaxeke nû ya xebata siyasî-çekdarî li Rojhilatê Kurdistanê di bin navê “Rasan” de destpê kir, hejmara keç û kurên ku ji Rojhilatê Kurdistanê ve tevlî refên wê partiyê dibin, zêde bûye, ew jî bi gotina berpirsên wê partiyê bi xwe.