Firokeyên Tirkiyê navçeyên Derkarê li Zaxo bombebaran kirin

07-07-2020
RÛDAW
Nîşan Zaxo Derkar Herêma Kurdistanê PKK Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gor zanyariyan firokeyên Tirkiyê herêmên ser bi bajarokê Derkar ve li sînorê Zaxo bombebaran kirin.

Yûsif Mûsa, peyamnêrê Rûdawê li nahiyeya Derkerê li qezaya Zaxo ragihand, li gor gotinên berpirsên peywendîdar li sînorê wê nahiyê di nava 20 rojên derbasbûyî de 70 mûşek li navçeyê ketine û 693 car jî top li cihên cuda yên navçeyê ketine û hatinûçûna di navbera 25 gundên navçeyê de nemaye.

Peyamnêrê Rûdawê amaje bi wê dike, ew ên li wê navçeyê hatinçûnê dikinhêzên pasewaniya sînor in û hatinûçûna xelkê li navçeyê rawestiyaye.

Serokatiya Komara Tirkiyê duh nexşeya xalên serbazî yên artêşa wî welatî yên li nav axa Herêma Kurdistanê belav kir, ku ji 37 xalên serbazî pêk tên.

Li ser nexşeyê, xalên serbazî yên artêşa Tirkiyê her ji sînorê qezaya Soranê li bakurê rojhilatê Herêma Kurdistanê ve heta sînorê qezaya Zaxo ku bakurê rojavayê Herêma Kurdistanê hatine diyarkirin. Herwiha sê xalên serbazî jî li nêzîk Hewlêr, Başîk û Duhokê jî hatine destnîşankirin.

Roja 04.07.2020, Berdevkê Hikûmeta Iraqê di daxuyaniyekê de daxwaz ji Tirkiyê kir êrişên xwe rawestîne û daxwaz ji civaka navdewletî jî kiribû pêngavên pêwîst di vê mijarê de biavêjin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê jî ew dê “tedbîrên pêwîst li ber her çalakî û êrişekê bigirin ku ji axa Iraqê li dijî Tirkiyê tên kirin” û diyar kiribû ku ew dê operasyonên xwe berdewam bikin.

Artêşa Tirkiyê di 15ê Hezîranê de operasyona “Çengê Baz” û di 17ê Hezîranê de jî operasyona “Çengê Piling” li dijî PKKê li navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê pêk anî. Piştre hêzên bejayî yên Tirkiyê li devera Heftenînê û li sînorên herdu bajarokên Batîfa û Derkarê yên qezaya Zaxoyê li dijî PKKê dest bi operasyonê kirin, ku heta niha jî berdewam e.

Li gor zanyariyên ji berpirsên îdarî û serbazî yên parêzgeha Duhokê, artêşa Tirkiyê li sînorê nahiyeyên Derkar û Batîfa yên Zaxoyê bi kûrahiya di navbera 15 heta 30 kîlometran hatiye nav axa Başûrê Kurdistanê. Pêştir Berdevkê Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, Lîwa Babekir Zêbarî ji Rûdawê re ragihandibû, Artêşa Tirkiyê bi kûrahiya 20 heta 40 kîlometran û artêşa Îranê jî bi kûrahiya 10 kîlometran sînorê Herêma Kurdistanê derbas kirine.

Li gor zanyariyên ji çavkaniyên serbazî, ji destpêka operasyona nû ya Tirkiyê ve, serbazên Tirkiyê li 12 cihên nû yên stratejîk li sînorê herdu nahiyeyên Batîfa û Derkarê bicih bûne.

Piştî berdewambûna operasyonên Tirkiyê, hikûmeta Iraqê hêzên Zêrevanên Sînor li pênc cihên stratejîk li sînorê nahiyeyên Batîfa û Derkarê û nêzîkî wan navçeyên ku ji aliyê Tirkiyê ve têne bombebarankirin, bicih kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst