VIDEOWALL – Girtiyên DAIŞê yên li cem HSDê

Niha bi awayekê giştî di navbera 10 heta 12 hezar çekdarên DAIŞê li cem HSDê girtî ne.

Çekdar di demên cuda de û Ji 80 welatî tevlî DAIŞê bûne. Nêzîkî 2.500-3000 çekdarên biyanî ne ku 800 ji wan Ewropî ne û piraniya çekdarên wê rêxistinê xelkê Iraq û Sûriyê ne.

Çekdarên girtî yên DAIŞê herî zêde li Girtîgeha Sinaa ya li taxa Xuwêran a bajarê Hesekê tên ragirtin, ku di bin kontrola Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de ye.

Ji bilî çekdarên DAIŞê, hejmarek ji malbat û zarokên wan jî li Sûriyê girtî ne. Li gorî amarên navdewletî hejmara jin û zarokên li nav Kampa Holê ya li nêzîkî bajarê Hesekê ne, nêzîkî 70 hezar kes in.

Malbat û çekdarên DAIŞê li 25 navendên di bin kontrola HSDê de girtî ne.

Hevkarê me, Dilbixwîn Dara di videowallekê de zanyariyên bêtir dide.