Li Şirnexê avrêj û paşmayên kanên komirê ji bo 400,000 darên fêkî bûye metirsî

07-07-2020
RÛDAW
Rûbarê Nêrdûşê li Şirnexê
Rûbarê Nêrdûşê li Şirnexê
Nîşan Kurdistan Şirnex
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê li Şirnexê ava pîs a kanên komirê û paşmayên wê tevlî avên rûbaran dibin û wê yekê metirsî li ser 400,000 darên fêkî yên li herêmê çê kiriye.

Li Şirnexê ew demeke dirêje ku welatî gazinan ji paşmayên kanên komirê dikin û dibêjin ku ew ava pîs tevlî rûbaran dibe û metirsiyê li ser zeviyên çandiniyê û xwedîkirina heywanan çê dike.

Cotkarekî Şirnexî bi navê Rezwan Uysal ji tora medyayî ya Rûdawê re ragihand ku ew dema 2 salan e kana komirê ya li binarên Çiyayê Cûdî li parêzgeha Şirnexê, paşmayên xwe û ava pîs dirijîne rûbarê Nerdûşl û ji wir jî tevlî Çemê Dicleyê dibe.

 

 

Ew hemwelatî herwiha dibêje, li wan bexçeyên ku dikevin ser ava wî rûbarî li dola Nerdûşê, nêzîkî 400,000 darên fêkî hatine çandin. Ew dar, bi ava wî rûbarî têne avdan û metirsiya hişkbûna wan heye, ji xwe beşek ji bexçeyên şînkatî û fêkî hişk bûne.

Rezwan Uysal di heman demê de dibêje, ku gundiyên wê deverê heywanên xwe jî bi ava rûbarê Nerdûşê av didin û di demeke dirêj de wê kerta xwedîkirina heywanan jî zirarê bibîne.

Xelkê deverê, daxwazê ji rayedarên hikûmetê dikin ku vê pirsgirêka wan çareser bike.

 

 

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst