Ji PAKê peyama Vedat Aydin

Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Azad a Kurdistanê (PAK) derbarê siyasetmedarê Kurd, Vedat Aydin de ku roja 5ê Tîrmeha 1991an de li Amedê hatibû kuştin, daxuyaniyek belav kir.

 

Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê daxuyaniyek belav kiriye û têde 28mîn salvegera kuştina siyasetvanê Kurd, Vedat Aydin bi bîr tîne û dibêje: “Em di 28emîn salvegera şehadeta wî de, welatperwerê Kurd Vedat Aydin û hemû şehîdên Kurdistanê bi giramî bi bîr tînin.”

 

PAKê di daxuyaniya xwe de ragihandiye: “JİTEM a Dewleta Tirkîyeyê, Vedat Aydin di roja 05.07.1991ê de li Amedê revand û di roja 07.07.1991ê de termê wî li ser rêya Erxenîyê li kêleka rê hate dîtin.Vedat Aydin bi îşkenceyê hatibû qetilkirin.”

 

Di berdewamiya daxuyaniyê de tê gotin:

 

“Di roja 10ê Tîrmeha 1991ê de bi deh hezaran kes li Amedê beşdarî merasîma cenazeyê Vedat Aydin bûn.

 

Polîs û hêzên taybet yên Dewleta Tirkîyeyê bi çekan êrîşî ser girseyê kirin. Di encama vê erîşê de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn. Lê dîsa jî termê Vedat Aydin li Amedê hate defin kirin.

 

Vedat Aydin kadroyekî KİP/DDKDyê bû û ji vê dozê di hefsa Dîyarbekirê de raza bû.Gava ku hate qetilkirin jî Serokê Teşkîlata HEPê ya Amedê bû.”